Li Amedê li dijî TOMA’ya li ber deriyê ketina Walîtiyê çalakî

Li Amedê li dijî tîma polîsên li ber deriyê ketina Walîtiyê çalakiyek hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de polîsek birîndar bûye.

Li dijî polîsên ku li ketina Walîtiya Amedê ya ku derdorî wê bi bilokên beton hatibûn dorpêçkirin çalakiyek hate lidarxistin. Li gorî agahiyên hatin girtin, li dijî polîsên li ber deriyê Walîtiya Amedê nobed digirtin çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de polîsên ku di hindirê TOMA’yê de bû birîndar bû.

Polîsan li herêmê dest bi operasyonekê berfireh kirine, li kolanan nasnameyan kontrol dikin.