Gerîla Germîgî: Dewlet leşkerên mirî ji civakê vedişêre
Şevger Germîgî yê ji leşkeriya Tirk reviya û tevlî nava refên gerîla bû, got "Di her şerî de gelek kuştiyan dide. Dewlet vê yekê ji civakê vedişêre."
Şevger Germîgî yê ji leşkeriya Tirk reviya û tevlî nava refên gerîla bû, got "Di her şerî de gelek kuştiyan dide. Dewlet vê yekê ji civakê vedişêre."
Şevger Germîgî yê ji Şirnexê, dema leşkeriyê ji dewleta Tirk re dike, pê dihese ku cihê wî ne wir e. Piştî ku dîmenên îşkenceya li cenazeyên gerîlayên şehîd bûne dibîne, weke Kurdekî wijdanê wî nikare rake. Bi şerê Kobanê re ev yek hê bêhtir bandorê li wî dike û biryarê dide ku di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih bigire. Berî leşkeriya xwe biqedîne, tevlî nava refên gerîla dibe.
Şevger Germîgî, rewşa artêşa Tirk û polîtîkayên li dijî ciwanên Kurd ên diçin leşkeriyê vegot:
'HER TIM TIRK MAFDAR E'
"Di leşkeriyê de Kurdek û Tirkek weke hev nayên dîtin. Kurd neçar e bi du qatan zêdetir bixebite. Dema li ber radibe jî jê re dibêjin 'tu neçar e'. Dema leşkerekî Kurd û leşkerekî Tirk nîqaş dikin, her tim ê Tirk mafdar tê dîtin. Yê tê cezakirin jî Kurd e. Mînak; carekê leşkerekî Kurd birîndar bû. Kesî ne bang li doktor kir, ne jî dest li rewşê werda. Lê belê kûçikekî tabûrê birîndar bûbû, bi helîkoptera bi tîpa Skorsky ev kûçik ji Geverê birin doktor. Cihêkarî di vê astê de ye.
'PISPORAN ESRAR DIFIROTIN'
Tevî ku esrar qedexe bû, hin çawişên pispor bi zorê difirotin leşkeran. Leşkerên li ber vê rewşê radibûn û esrar nedikirîn, bi bahaneyên cuda dihatin cezakirin.
Li Geverê, 2 leşkerên ji Ordûyê, ji ber nîqaşek di nobedê de gule berdan hev. Kesî ev bûyer nebihîst. Dema ez li Enqereyê di nava yekîneya acemî de bûm, çawişekî pispor xwe kuşt, lê di medyayê de cih negirt. Wekî din, leşkerekî nû hatibû di roja duyemîn de xwe daliqand û notek bi nivîsa 'sixêfên gelekî giran li min kirin, ji ber ku min nekarîbû bersivê bidim wan, ez xwe bi dar ve dikim' li pey xwe hişt. Ev bûyer jî yekser hat nixumandin. Sedema mirinan zext, îşkence, sixêf û pêkanînên xerab e.
'YÊN DI ŞER DE DIMIRIN, JI CIVAKÊ TÊN VEŞARTIN'
Bi çawişekî pispor re dîmenên leşkerên di şerê 2012'an de mirin, hebû. 18 cenaze bûn. Min jê pirsî ku çend ji van hatin eşkerekirin. Got 1 hat eşkerekirin. Min jê re got çima? Wî jî ev bersiv da; 'Ne kurên bavê dewletê ne, çima hemûyan eşkere bike û îmaja xwe xera bike'. Min bi xwe ev yek dît. Hê bi sedan leşkerên bi vî rengî mirina wan hatine veşartin, hene.
'DI DESTPÊKÊ DE FERMANDAR DIREVIN'
Di nava leşkeran de psîkolojiya şerkirinê nema ye. Êdî dema dengê fîşekekê tê, di destpêkê de fermandar û yên payebilind li wesayîtên xwe siwar dibin û ji qereqolê direvin. Leşkerên din jî hewl didin jiyana xwe rizgar bkin. Leşkerên bi pere ku dewlet weke hêza taybet qala wan dike, digotin 'Canê me ne erzan e, di rewşeke gengaz de em xwe vedişêrin. Em çima şer bikin? Ji xwe bi her awayî em pereyê xwe distînin. Em çima belasebep bimirin'. Li pêşberî gerîla, bi rastî jî psîkolojiya wan xera bûye. Haya dewletê ji leşkerên xwe heye.
'NEÇIN JI DEWLETÊ RE LEŞKERIYÊ NEKIN'
Divê ciwanên Kurd ji dewleteke ku bi çavê kûçikan li wan dinêre, leşkeriyê nekin. Bila tevlî têkoşîna gelê xwe bibin û tercîheke bi rûmet bikin."