'Em piştgiriyeke xurt bidin qadên xwerêveberiyê'
Hevserokê Komeleya Alîkariya Rojava Mûstafa Ocakli destnîşan kir, ku bi hatina zivistanê re divê piştgiriya ji bo qadên xwerêveberiyê were zêdekirin û banga alîkariyê kir.
Hevserokê Komeleya Alîkariya Rojava Mûstafa Ocakli destnîşan kir, ku bi hatina zivistanê re divê piştgiriya ji bo qadên xwerêveberiyê were zêdekirin û banga alîkariyê kir.
Komeleya Rojava alîkariya xwe ya ji bo Sûr, Farqîn, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Şirnex û qadên din ên xwerêveberiyê, bi amadekariyên zivisitanê didomîne.
Li depoya bingehîn a Navenda Giştî ya Komeleya Rojava, ku li Amedê ye, amadekariyên ji bo zivistanê tên kirin. Alîkariyên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên, li vê depoya navendî tên komkirin. Bi dehan kes li vê derê, alîkariya ji gel tê dikin paket û digihînin qadên xwerêveberiyê. Hin mirov nîsk, hin kes şekir, birinc an jî savarê tînin û hewl didin kêm jî be alîkariyê bidin mirovên li qadên xwerêveberiyê.
Hevserokê Komeleya Rojava Mûstafa Ocakli li ser vî karê piştgiriyê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku berî zivistan bê Kurdistanê divê piştgiriya bi gelên Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Şirnex, Silopiyayê bê zêdekirin. Ocakli di vî warî de banga yekîtiyê kir.
'EV SALEKE KAMPANYA ME DEWAM DIKE'
Ocakli bibîr xist, ku ji Mijdara par û vir ve bi sedan kes ji neçarî li derveyî mala xwe dijîn û anî ziman, ev salek e ew hewl didin ji mirovên li qadên xwerêveberiyê re bibin bersiv. Ocakli got, "Li dijî vê hilweşîn û koçberiya mezin, gelan bersiv dan banga me û dest bi alîkariyê kirin. Tevî ku ne di asteke têrker de ye, lê gelê me tevlî vê kampanyayê bû. Bêguman hê ev alîkarî têrê nake. Ji ber ku bi sedan mirovên me hê jî li Şirnexê li derve li binê konan dijî. Tenê bi alîkariya me dikarin xwe xwedî bikin. Lê belê em nikarin bibin bersiv ji hemû pêdiviyan re. Ji ber vê yekê em xemgîn in."
'HEWL DIDIN BAJARÊ ŞIRNEXÊ JI HOLÊ RAKIN'
Ocakli anî ziman, mirov dixwazin li mal û taxên xwe vegerin û bibîr xist, ku hê jî li navçeyên weke Sûr û Nisêbînê qedexe dewam dike, dîjwarên ji beton hatine lêkirin. Ocakli destnîşan kir, ku ew ê mirovan mûxtacî kesî nekin û got, "Em li benda alîkariya mirovên xwe ne, ku alîkariya xwarinê, betanî, kincên pitikan, pêdiviyên jinan bikin. Zêdeyî 200 roj in li Şirnexê hê jî qedexe dewam dike. Alîkariya ji bo Şirnexê gelekî girîng e. Hewl didin Şirnexê bi temamî ji holê rakin, lewma divê mirov li dora bajarê Şirnexê li hev bicivin. Qet nebe, divê mirov demek ji ya din zûtir karibin li bajarê xwe vegerin."
'LI SÛR Û CIZÎRÊ, MIROV LI BENDA VEGERA LI MALÊN XWE NE'
Ocakli bibîr xist, ku li Sûrê hê jî 6 tax qedexekirî ne û diyar kir, roj bi roj taxan tine dikin, hewl didin bîranînên mirovan ji holê rakin û got, ew ê vê yekê qebûl nekin. Ocakli da zanîn, li Sûrê pirsgirêka stargehê hê jî mezin e û bi hezaran mirov di rewşa koçberiyê de ne. Ocakli got, "Ji bo lê rûnên, mirov li benda vekirina taxên xwe ne. Li Cizîrê bi hezaran xanî xera bûn û mirovên li wir drama bi serê wan ve hatî, hê ji xwe navêtine. Êşên wan mîna duh teze ne."
'PÊWÎSTE EM BI RUHÊ KOBANÊ Û ROJAVA SEFERBER BIBIN'
Ocakli di dewama axaftina xwe de got, "Çawa ku em bi ruhê berxwedanê ji bo Kobanê û Rojava seferber bûn, îro jî bi heman ruhî divê gelê me yê li vir seferber bibe" destnîşan kir, ku di vê demê her kes dikare tiştekî bike. Ocakli bal kişand ser pêwîstiya bi alîkariyê re û diyar kir, beriya hatina zivistanê, ji bo avakirina stargehan ew dikarin alîkariyê bidin Gever, Şirnex, Cizîr û Sûrê. Ocakli destnîşan kir, ku ev yek erka mirovahiyê ye û bang li mirovan kir, ku bi hev re birînên mirovên li qadên xwerêveberiyê bipêçin.