Li Minbicê depoya çeteyan a teqemeniyê hat dîtin

Hêzên Asayîşa Minbicê 20 ton top û madeyên teqemeniyê yên ku çeteyên DAIŞ`ê depo kiribûn, dîtin.

Hêzên Asayîşa Minbicê 20 ton top û madeyên teqemeniyê yên ku çeteyên DAIŞ`ê depo kiribûn, dîtin.

Şêniyên Minbicê agahî dan hêzên Asayîşê ku tiştekî ne asayî di xirbikekî de heye. Hêzên Asayîşê li ser vê yekê berê xwe dan vî cihî û lêkolîn dan destpêkirin. Di encama lêkolînê de hêzên Asayîşê miqdarek mezin top û madeyên teqemeniyê ku ji bo çêkirina bombeyan tên bikaranîn dîtin.