Civîna şirîkên hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji ber nûnerê PDK’ê ne amadebû hat taloqkirin

Civîna Tevgera Goran, YNK, PDK, Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Îslamî yên di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih digirin, ji ber nûnerê PDK’ê ne amade bû, hat taloqkirin.

Biryar hatibû dayîn ku îro saet 14:00’an civîna ‘Sîwana Aştiyê’ ya her pênc aliyên siyasî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji YNK, Tevgera Goran, Komeleya Îslamî, PDK û Yekgirtûya Îslamî pêk tê, li salona Monumenta Helepçe bê lidarxistin.

Hat diyarkirin ku ji ber nûnerê PDK'ê amade nebû, Desteya Amadekar a Civînê nerazîbûn nîşan da û civîn hat taloqkirin.

 Li aliyê din jî her çar aliyên din ên hikûmetê diyar dikin ku divê PDK li cihê Fazil Beşaretî nûnerekî xwe yê di asta jor de bişîne civînê.