Di roja duyemîn de Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê dest pê kir
Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê di roja duyemîn de li bajarê Rimêlanê dest pê kir.
Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê di roja duyemîn de li bajarê Rimêlanê dest pê kir.
Di roja duyemîn de Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê bi tevlîbûna 160 kesayetên muxalif ên Sûriyeyê dest pê kir.
Îro wê di Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê de semînerên li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û sîstema federaliya demokratîk werin dayîn.
Di rûniştina yekem de wê li belgefilmeke ku li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye amadekirin û 15 deqeyan dirêj e were guhdarkirin. Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed wê semînera bi serenavê `Pêdiviya bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk` bide.
Ekrem Hiso û Elîzabith Gewriye û Hisên El-Ezam wê li ser `Ji bo pêkhateya Ereb, Suryan û Kurd tecrûbeya Rêveberiya Xweser` semînerê bidin.
Hevseroka Meclisa Damezrandina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif wê bi serenavê `Ji bo jinê tecrûbeya Rêveberiya Xweser` semînerê bide. Piştî ku semîner bi dawî bibin wê li ser mijarên semîran nirxandin werin kirin.