BI DÎMEN

Guven: Rewşa heyî, darbeya faşîst a 12'ê Îlonê jî derbas kiriye

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da xuyakirin, ku tecrîda li ser Ocalan hê jî dewam dike û nerazîbûneke tund nîşanî pêkanînên derveyî qanûnî yên AKP/Qesr da.

Tecrîda li derveyî hiqûq û mirovahiyê ya li Girava Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, tevî polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê dewam dike.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ku ketibû greva birçîbûnê, fikarên xwe yên li ser tecrîdê bilêv kir. Guven nerazîbûneke tund nîşanî pêkanînên li derveyî qanûnan ên Rewşa Awarte da û li ser pêvajoya dawî ji ANF'ê re axivî.

'TECRÎD HÊ BI DIJWARÎ DEWAM DIKE'

Guven da xuyakirin, tecrîda li ser Ocalan ji sala 1999'an û vir ve bi dijwarî dewam dike û herî dawî bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re gihîştiye asteke nû. Guven da zanîn, wan nizanîbûn di dema vê hewldana darbeyê de darbekaran li Girava Îmraliyê çi kirine û destnîşan kir, ji ber vê gumanê, ji bo agahiyê ji Ocalan bigirin ketin greva birçîbûnê. Guven bibîr xist, ku di roja 7. a grevê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û hevdîtin kir û got, "Lê belê pêkhatina hevdîtina Mehmet Ocalan nayê wê wateyê ku tecrîda rabûye û parêzer, malbat an jî heyet dikarin biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Yanî tecrîd hê bi dijwarî dewam dike. Di dema daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo qedandina greva birçîbûnê de, me bal kişandibûn ser vê yekê. Me gotibûn, ev tecrîd dewam dike û divê rayedarên dewletê têkildarî tecrîdê êdî tiştekî din bikin. Ew çi ye? Ew jî azadiya Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan garantiya aştiya li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn e. Lewma divê li derve be û bi gel re vê pêvajoyê bimeşîne. Axaftina bi rêya telefonê ya bi malbatê û parêzeran re, mafê her girtiyên siyasî ye, lê ev yek bi rengekî kêfî li Ocalan hatiye qedexekirin. Komara Tirkiyeyê hewl dide ji vir encamekê bi dest bixe, yanî naxwazin dengê Birêz Ocalan bigihêje derve."

'YA KU JI DARBEKARAN NEHAT, JI AKP'Ê TÊ'

Guven bal kişand ser rewşa neyînî ya Tirkiye di nav de ye û anî ziman, hem li polîtîka hundir hem jî ya li derve, xitimî ye. Guven destnîşan kir ku li holê kaosek heye û got, "Belê, di 15'ê Tîrmehê de heldanek darbeyê bû û eger darbe pêk bihata, rewş wê ji van kiryarên AKP'ê ne cudatir bûya. Yanî wanê Tirkiye bixistina nava rewşeke tarî û faşîzan. Lê ya ku niha AKP dike, ji wê ne cudatir e. AKP niha bi qeyûman şaredariyên gel, ku bi kedeke mezin bi dest ketin, desteser dike. AKP çapemeniya azad bêdeng dike, bi dehan qenalên televîzyonêl digire. AKP tevgera jinê hedef digire û bi rêya qeyûmên xwe di destpêkê de saziyên jinan digire. AKP akademîsyen û bi hezaran mamosteyan ji kar derdixînin. Ev hemû jî bi rêya Biryarnameyên Xwedî Hukmê Qanûnî tên kirin."

'REWŞA HEYÎ, DARBEYA FAŞÎST A 12'Ê ÎLONÊ JÎ LI DÛ XWE HIŞTIYE'

Guven anî ziman, desthilatdariya AKP'ê welat ber bi tarîtiyê ve biriye, di nava vê tarîtiyê de dengê mûxalîfan tê birîn û pêkanînên antî demokratîk li ser gel tên ferzkirin. Guven got, "Civakek ku zexteke giran a bêdengkirinê lê tê kirin, wê rojekê biteqe. Rewşek bi navê 'Bihara Ereban' rû da û me hemûyan ji nêz ve şopandin. Em dizanin, ku bi dengekî herî biçûk gel temamî herikî kolanan û me dît bê çi qewimî. Kes nizane li Tirkiyeyê rewşeke bi vî rengî rû nede. Rewşa heyî, darbeya faşîst a 12'ê Îlonê jî li dû xwe hiştiye. Em bi tirs û fikar li rewşê temaşe dikin. Ji bo ev pêvajo biqede, lazim e di destpêkê de Rewşa Awarte ji holê were rakirin."

'AKP LI PEY DIRÊJKIRINA REWŞA WARTE YE'

Guven da xuyakirin, desthilatdariya AKP'ê li pey dirêjkirina Rewşa Awarte ye û diyar kir, di bin navê 'têkoşîna' li dijî rêxistinên cemaetê, rêxistina terorê ya FETO de, hemû hêzên mûxalîf hedef digire. Guven got, "Tirkiye erdnîgariyek ji gelek reng, ziman û çandan pêk tê. Eger tu rabe li vê erdnîgariyê hewl bide her tiştî bike yek reng, hingî tu hemû nasnameyan binpê dike. Ev nerazîbûn di pêvajoya Kobanê de bi awayekî zelal derketibû holê. Serhildanên 6-7'ê Cotmehê rû da bû û gel nerazîbûna xwe bi serhildanê nîşan da bû. Di roja îro jî mirov wê bi heman awayî dakeve kolanan û desthilatdariya AKP'ê jî wê bi bahaneya Rewşa Awarte ji her alî ve şîdetê bike. Pêşîgirtina li vê yekê, pêkan e. Rêya destpêkê ya vê jî pêkhatina azadiya Birêz Ocalan e."

'PÊWÎSTÎ BI ENIYA BERXWEDANÊ YA YEKBÛYÎ HEYE'

Guven got, "Berxwedan mafê herî rewa yê Kurdan e" û destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe wê gelê Kurd heta dawiyê li ber xwe bide û polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê bi ti awayî qebûl neke. Guven ragihand, divê ti kes vîna gelê Kurd neceribîne û got, "Di serî de gelê Kurd, hemû rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rojnamevanên li Tirkiyeyê hedef tên girtin. Li dijî vê yekê pêwîstî bi eniyeke yekbûyî ya topyekûn heye. Pêwîstî bi eniyeke berxwedanê ya yekbûyî heye."