Hevşaredarên Depê hatin girtin

Hevşaredarên navçeya Dep a Elezîzê Cennet Ayik û Bûrhan Kocaman hatin girtin.

Hevşaredarên navçeya Depê ya Elezîzê Cennet Ayik û Bûrhan Kocaman jî di nav de 13 kesên di 29'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, seqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê ew radesî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî 11 kes bi şertê kontrola edlî serbest berda û Hevşaredar Ayik û Kocaman jî girtin û şandin girtîgeha Tîpa E a Elezîzê. 

Piştî biryara girtinê gelê Elezîzê nêzî 12 saetan li pêşiya  Edliyeya çalakî lidar xist  û dirûşmeyên  "Em rê nadin qeyûmê" berz kir. Piştî Hevşaredar hatin girtin,  gel li pêşiyê  Şaredariya kom bû çalakî pêk anî. Hevserokê DBP'ê yê Elezîzê Mehmet Nafiz Koç diyar kir ku li ser hincetên bê esil û bê bingeh hevşaredarên wan hatine girtin û ev yek li dijî hiqûqê ye.