Dogu Radyo jî hat mohrkirin
Di çarçoveya sepanînên OHAL'ê de Dogu Radyo jî di nav de 11 radyo û 12 televîzyon hatin girtin. Deriyê Dogu Radyoyê ya ku hat girtin, hat mohrkirin.
Di çarçoveya sepanînên OHAL'ê de Dogu Radyo jî di nav de 11 radyo û 12 televîzyon hatin girtin. Deriyê Dogu Radyoyê ya ku hat girtin, hat mohrkirin.
Desthilatdariya AKP'ê di çarçoveya sepanînên OHAL'ê de 28'ê Îlonê der barê 11 radyo û 12 qanalên televîzyonan biryara girtinê da. Piştî Ozgur Radyo, SES Radyo, Radyo Dunya, Karacadag Radyo û Ozgur Guneş Radyo hatin girtin, vê carê jî Dogu Radyo hat girtin û hate mohrkirin. Piştî biryarê, qenala radyoyê û înterneta wê jî hat girtin. Piştî frekansa radyo û înternetê hat astengkirin, mohr li studyoya radyoyê hate xistin.
Radyo Dogu di bin sêwana Dogu Medya A.Ş ji sala 1995'an heta niha bênavber weşan dikir. Dogu Radyo 21 sal in li ser frekansa 90.9 li navenda Wanê weşana herêmî dikir. Li ser înternetê jî bi malpera 'www.doguradyo.com.tr' weşan dikir. Dogu Radyo bi Kurdî, Tirkî nûçe peşkêş dikirin û stran digotin. Dogu Radyo wekî dengê kesên zarok, jin, ciwan û yên din weşan dikir.
Xebatkarên Dogu Radyo diyar kirin ku ew ê vê yekê qebûl nekin û bi her awayî li dijî girtina radyoyê berxwedana xwe bidomînin. Xebatkaran anîn ziman ku ew ê ti carî ji azadî û demokrasiyê tawîzê nedin û têkoşîna weşana azad berdewam bikin û bibin dengê yên din.