Parêzeran li Celleyê qala tecrîdê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo vegotina tecrîda giran, li bajarê Celle yê Elmanyayê civîna gel lidar xistin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo vegotina tecrîda giran, li bajarê Celle yê Elmanyayê civîna gel lidar xistin.
Civîna gel ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Celle hat organîzekirin û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal û ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz Nûrşan Rotînda Polat weke qiseker beşdar bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê parêzer Newroz Ûysal axivî û got, "Birêz Ocalan pisporê herî baş Rojhilata Navîn nas dike ye, lewma dewleta Tirkiyeyê ji nêrîn û projeyên wî ditirse. Ji bo nêrînên Ocalan negihêje kesî, di nava tecrîdeke giran de tê girtin. Ev 18 sal in li odeyeke yek şexsî di tecrîdê de ye. Sedema herî mezin a tecrîdê jî ev yek e."
Parêzer Nûrşan Rotînda Polat jî got, "Tecrîda li ser Ocalan li ti devera cîhanê nîne. Dewleta Tirk di sala 2002'an de cezayê îdamê rakir, lê li şûna vê yekê biryar da tecrîdeke bêdawî ya li hucreya yek şexsî bimeşîne. Tecrîda li ser Ocalan ji gelek aliyan ve pêk tê. Di serî de li ser tenduristiya wî, ji aliyê psîkolojîk, fîzîkî, civakî û hwd. ve tecrîd tê meşandin. Encax mirovekî mîna Ocalan xwedî vîneke xurt dikare li ber vê tecrîdê îdare bike."