Siyasetmedarên li Rimêlanê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li ser çapemeniyê dan
Beşdarên platforma li ser siberoja demokratîk a Sûriyeyê, êrîşên AKP'ê yên li ser çapemeniyê şermezar kirin. Siyasetmedaran diyar kirin, çapemeniya azad wê her tim hebe û gotin, êrîş bi berxwedan û têkoşîneke hevpar dikarin bên şikandin.
ANF
RIMÊLAN
yekşem, 2 kewçêrê 2016, 07:18
Siyasetmedarên beşdarî platforma li ser siberoja demokratîk a Sûriyeyê ya li bajarê Rimêlanê bûn, girtina saziyên ragihandinê yên mûxalîf û azad ên li Tirkiyeyê, ji ANF'ê re nirxandin.
'EV REWŞ WÊ TIRKIYEYÊ BER BI TINEBÛNÊ VE BIBE'
Hevseroka Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsûf, pêkanînên AKP'ê û zextên li çapemeniyê şermezar kir û got, "Çapemenî xizmetê ji civakê re dike. Pirsgirêkên civakê radixe pêş çavan. Di heman demê de polîtîkayên zordar ên hikûmeta AKP'ê teşhîr dike. Ji ber ku ev zext û zordariya AKP'ê ya li ser civakê îro jî dewam dike. Beriya niha bi 2 rojan biryara girtina 12 qenalan hat dayîn. Beriya niha jî heman pêkanîn li dijî parlamenter û hevşaradaran hat kirin.Em dibînin, Tirkiye roj bi roj hê bêhtir rêbazên faşîst bi kar tîne. Ev rewş wê Tirkiyeyê ber bi tinebûnê ve bibe."
'DIVÊ GEL SEKNEKE HEVPAR NÎŞAN BIDE'
Yûsûf di dewama axaftina xwe de got, "Em li vê derê li ser pirsgirêkên ku netewe dewlet derdixîne pêşiya gelan, daxivin ku karibin li dijî vê yekê çareseriya neteweya demokratîk bafirînin. Weke hêzên li vir civiyan e û dixwazin çareseriya neteweya demokratîk bafirînin, em faşîzma AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî gelan, wekîlan, hevşaredaran û çapemeniyê dimeşîne, şermezar dikin. Em hêvîdar in, gelên Tirkiyeyê li dijî faşîzma AKP'ê yekîtiya xwe xurt bikin û bi sekneke radîkal nehêlin saziyên çapemeniyê werin girtin."
ŞÊXÊ: GEL WÊ VAN ÊRÎŞAN BIŞIKÎNE
Endamê Partiya Kedkarên Kurdistanê Mûhammed Şêxê jî diyar kir, AKP dixwaze pêşî li pêşketina civakî bigire û got, "Bi dagirkirina Sûriyeyê, bi êrîşên cuda dixwaze şoreşa li Rojava bifetisîne. Em hemû dizanin bê li Bakurê Kurdistanê çawa êrîşî gel dike, çawa dixwaze pêşî li pêşketina civakî ya li Tiriyeyê bigire. Êrîşî çapemeniya azad dike, ku planên wê yên qirêj ên li dijî gelan, li dijî Kurdan û li dijî gelên Rojava, kifş dike. Lê em bawerin wê bi hêza gelê me û şoreşgerên me, ev êrîş werin şikandin. Em he tim bi çapemeniya azad re ne."
RINDÊ: ÇAPEMENIYA AZAD WÊ TINE NEBE, WÊ ZÊDE BIBE
Fîraz Rindê ku ji Ewropayê weke mêvan beşdarî platformê bû got, "Dewleta Tirk heta niha her tim xwest dengê çapemeniya Kurd bibire. Xwest Med TV jî bigire. Ji Belçîkayê jî xwest televîzyonên li wir bigire. Lê belê bi ser neket û wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve. Çapemeniya Kurd û çapemeniya azad wê her tim hebe û roj bi roj zêde bibe. Ji kîjan parçeyî dibe bila bibe, em destekê didin çapemeniya xwe. Çapemeniya azad wê her tim hebe. Ew çiqasî demokrasiyê bikujin jî em ê her tim li ber xwe bidin."
MÛSA: EM QEBÛL NAKIN
Endamê Partiya Çep a Kurdên li Sûriyeyê Şehmûz Mûsa jî êrîşên AKP'ê şermezar kir û got, "Ev ne karekî demokratîk e. Binpêkirina mafên mirovan e. Em êrîşên dewleta Tirk û AKP'ê yên li dijî gelê xwe, demokratan, gelê Kurd û çapemeniyê qebûl nakin û şermezar dikin. Wekî din em dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar dikin. Em bawerin, ev êrîşên dewleta Tirk wê bi berxwedana gelê Kurd û demokratên li Tirkiyeyê werin şikandin."