PKK'ê nasnameya gerîlayekî di 1995'an de jiyana xwe ji dest da eşkere kir

Komîteya Rêveber a PKK'ê, nasnameya Alî Ozkan (Xeyrî Apê Mûsa) yê di sala 1995'an de li herêma Botanê di şer de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Komîteyê ji malbata Ozkan re nameyek şand. Di nameyê de gotin, "Ewlad û xizmê we hevrêyê me yê giranguha Xeyrî Mûsa, êş û pirsgirêkên gelê me ji nêz ve dîtiye, ev di dilê xwe de hîs kiriye û  tevlîbûna li nav refên gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd weke rêya dawîanîna li van pirsgirêkan dîtiye." 

Komîteyê destnîşan kir, ku Ozkan serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha. 

Di dewama nameyê de wiha hat gotin: "Ewladê we, hevrêyê me Xeyrî Mûsa ê leheng û bi rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fedekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye. Di sala 1995'an de, li Geliyê Durdila yê Botanê li dijî hêzên Tirk ên mêtînger şer kir û di vî şerê bi lehengî de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê û we re dixwazin. Em êşa we parve dikin û em weke hevalên wî, hem jî herî kêm weke we li ber êşa hevalê xwe ketine. Em hewl didin ku bibin hêjayî vê çeka wî û vê alê. Hûn hemû endamên hêja ya malbatê em ji we hêvî dikin ku hûn bi sebir û metanet vê şehadeta mezin pêşwazî bikin.

Di nameyê de hat ragihandin ku bêyî dayîna berdêlan ti gel azad nebûye û negihaştiye jiyaneke bi rûmet û hat gotin, "Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn" û ji malbata Ozkan re hat gotin, "Ji ber ku hûn xwedî ewled û xizmekî mîna hevalê Xeyrî Mûsa yê leheng in, hûn çiqasî pê serbilind bin, kêm e."

Weke hevrêyê wî em timî pê re serbilind bûn. Ji bo pêkanîna armancên wî û çikandina ala Wî li cihê herî bilind ê welatekî demokratîk, wekhev-azad, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku dema şehîdên me al radestî me kirin, ji vê rastiyê bawer bûn û bi ruhekî fedayî bi ser dijmin ve meşiyan. Ew hêza me ya bingehîn a çavkaniyê, siberoja û paşeroja me ne. Bersiva herî rast a em bidin bîranîna wan, wê welatekî azad û gelekî azad be.

Wan tiştekî din ji me nexwestin. Em zanin, niha gora gelekî şehîdên me nîne. Ji xwe wan ji me gor nexwestin, wan welatekî azad xwestin. Lewma bîrdariya herî mezin a em ji bo wan çêbikin, wê avakirina kurdistaneke azad li navenda Rojhilata Navîn be. Yekane bîrdariya şehîdên me bi dilxweşî li nav razê, ev e. Soza ku em her roj dubare dikin û ti carî jê venegerin jî ev e.

Weke gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoşin. Em dixwazin were zanîn; ji bo qedandina êşên dayikên Kurdistanê, afirandina jiyaneke bi rûmet û azad li welatê me, em ê di her şert û mercî de bi rengekî fedayî şer bikin û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe bilind bikin. Em ji dil bawer in, wê têkoşîna me ya afirandina welatekî azad, demokratîk û aştiyane ya li ser xeta Rêbertî, ku armanca bingehîn a şehîdên me ye, wê bi berxwedana bi heybet a gelê me mezintir bibe û bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji we re dixwazin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin."