Topgaç ê DBP’yî hate girtin
Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê yê navçeya Ebex Habîp Topgaç ê ku hatibû binçavkirin, bi biryara dadgehê hate girtin.
Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê yê navçeya Ebex Habîp Topgaç ê ku hatibû binçavkirin, bi biryara dadgehê hate girtin.
Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê yê navçeya Ebex Habîp Topgaç ê li navçeya Begir a Wanê duh hatibû binçavkirin, piştî karûbarê li Midûryeta Emniyetê ya navçeyê û şûn de sewqî dozgeriyê hate kirin.
Topgaç ê ku piştî karûbarê li dozgeriyê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê bi îdîaya ku “Endamê rêxistinê” biryara gitinê da. Topgaç hate girtin û şand Girtîgeha Tîpa M a Wanê.