Li Kobanê 13 şervan hatin oxirkirin

Bi hezaran welatiyên Kobanê cenazeyên 13 şehîdên ku 11ji wan di berxwedaniya Girê Şehîd Xabûr de jiyana xwe ji des dabûn, oxirk kirin.

Bi hezaran ji welatiyên kantona Kobanê ji bo cenazeyên 13 şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê defin bikin kom bûn.

Şervanên YPG û YPJ’ê Nîdal Beha ( Xabûr Çiya), Botan Berxbatan, Botan Şêx Mihemed, Mihemed Elî Şêx Mihemed, Ehmed Îbiş, Xişman Îsmayîl (Dozvan Kobanê) Rengîn Ebdullah (Rengîn Tolhildan), Rojîn Nibo, Cîhan Mihemed, (Zelal Berxwedan), Mihemed Oso, Mihemed Remo, Hêlîn Demirgul (Hêlîn Amed) ku di 4’ê Gulana 2014’an de li Girê Sevê “Girê Şehîd Xabûr” şehîd bûn û şervanê YPG’ê Bindik (Serdar Agirî) di 20’ê Îlona 2016’an de, Endamê Saziya Heyva Sor a Kurd Kanîwar Ebdulqadir (Kawa Kobanê) di 25’ê Îlonê de şehîd bû.

Di merasîma oxirkirina van lehengan de nasnemaya têkoşer Mihemed El-Hisên (Demhat Qamişlo) ku di 21’ê Tebaxa 2016’an de şehîd bû, hate eşkerekirin.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxisin. Piştre fermandarê YPG’ê Heqî Kobanê axaftinek kir û got ku hevalên wan li Girê Şehîd Xabûr destaneke dîrokî nivîsandin û bi vîna wan a xurt Kobanê, Girê Spî û Minbic hatin rizgarkirin.

Heqî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku berxwedaniya Girê Sevê berxwedaniyeke mînak bû, ji ber vê yekê dijminên gelê Kurd bi dijwarî êrîş kirin.

Heqî Kobanê di dawiyê de wiha got: “Gelê me ji bo azadiya xwe têkoşînê dike. Helbet wê gelek bedêlan bide, lê di dawiyê de wê bi ser bikeve.”

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Arif Balî jî axaftinek kir. Balî wiha anî ziman: “Baweriya me bi Yekîneyên Parastna Gel û Yekîneyên Parastina Jin heye. Ew hêviya serkeftinê ya şehîdên me ne.”

Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed belgenameyên şehadetê xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiyê de li gel tilîliyên dayîkan û durişmeya “Şehîd namrin” cenaze hatin definkirin.