Leşkerên Tirk li ser sînor qetlîam kirin: 17 welatiyên sivîl qetil kirin
Leşkerên Tirk 2 kes qetil kir. Di 2 rojên dawî de jimara kesên ku ji aliyê leşerên Tirk ve hatine qetilkirin gihişte 17’an.
Leşkerên Tirk 2 kes qetil kir. Di 2 rojên dawî de jimara kesên ku ji aliyê leşerên Tirk ve hatine qetilkirin gihişte 17’an.
Duh di saetên êvarê de koma ji 5 jin, zarokek û 2 zilaman pêk dihat, dema dixwestin sînorê di navbera bajarê Tirbesipiyê yê ku 30 km li rojhelatî bajarê Qamişlo û Bakurê Kurdistanê derbas bikin ji aliyê leşkerên tirk ve hatin gulebarankirin. Di encamê de 4 jin birîndar bûn û herdu zilaman jî jiyana xwe ji dest dan. Hin welatiyên ku li nêzî herêma sînor bûn kesên birîndar rakirin, nexweşxaneya Selam a bajarê Qamişlo.
Navên kesên ku ji aliyê leşkerên tirk ve hatin birîndarkirin wiha ne:
Buşra Mihemed Hisên (22). Ji gundê Um Qedîr yê girêdayî bajArê Til Hemîs yê ku 35 km li başurê bajarê Qamişlo dikeve. Ew ji lingê xwe yê çepê birîndar bûye.
Zehra Ekrem El-Fîl (23). Ji Qamişlo ye. Ew jî bi du guleyan ji lingê xwe û guleyek ji milê xwe yê çepê birîndar bûye.
Sumeya Mihemed El-Lîlo (28). Ji Qamişlo ye. Bi 4 guleyan di lingên de û bi guleyekê di milê xwe yê çepê de birîndar bûye.
Hiyam Elî El-Selmo (18) ji gundê Um Qedîr e. Ew jî bi du guleyan birîndar bûye. Ew derbasî enmeliyatê kirin û guleya di singa wê de derxistin.’
Nasnameya 2 kesên jiyana xwe ji dest dan diyar nebû.
Jina birîndar Sumeya Mihemed El-Lîlo derbarê bûyerê ev tişt got: ”Di saet 18:00’ê êvarê de dema ku me hewl dida sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de derbas bikin, leşkerên Tirk em gulebaran kirin. Ji ber gulebaranê 4 jin birîndar bûn û 2 zilaman jî jiyana xwe jidest dan. Hin welatiyên ku li nêzî sînor bûn, em rakirin nexweşxaneyê.”
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.
DUH JÎ 15 SIVÎL HATINBÛN QETILKIRIN
Leşkerên Tirk roja 26’ê îlonê li gundekî Girê Spî û şevê din jî li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de, komkujî pêk anîn. Di encamê de li Serêkaniyê 6 û li Girê Spî jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.