YPG: Leşkerên Tirk li Girê Spî 9 sivîl qetil kirin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di êrîşên duh ên artêşa Tirk ên li Girê Spî de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, ku 6 ji van zarok in.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk û komên çete yên li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa Tirk di şeva 26'ê Îlonê de gundê Kuheyla yê Girê Spî hedef girtiye û bê ser û ber gule li welatiyên sivîl reşandiye. Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Di encama gulebarana artêşa Tirk de 6 zarok û 3 jin gihîştin şehadetê. Hêzên me yên li nêzî herême dest li cihê bûyerê werdan û 4 welatiyên di bin gulebarana dijmin de bûn, rizgar kirin. Artêşa Tirk nehişt ku hêzên me cenazeyên welatiyan rakin."

ÊRÎŞÊN KOMÊN ÇETE

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 26'ê Îlonê danê nîvro, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran û navîn êrîş birin ser gundê Qadriyê yê li rojhilatbaşûrê bendava Tişrînê ye.

Çeteyên giredayî 'Koalîsyona Sûrî' ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser gundê Qemiyê yê girêdayî navçeya Şera yê Efrînê."