Jina Rojavayî ya bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Jina bi navê Şaha Cedan a ji ber gulereşandina leşkerên Tirk bi giranî birîndar bû, îro jiyana xwe ji dest da.

Dayika Şaha Cedan ku ji taxa Neşwa ya bajarê Hesekê ye, tevî du zarokên xwe  Xelef Ehmed (4) û Şehed Mecîd Ehmed dema xwestin ji di gundê Nistel (bi 60 km'yan li başûrrojavayê Serêkaniyê ye) ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên Tirk ew gulebaran kirin. Di encamê de her du zarokan jiyana xwe jidest dan û dayik jî bi giranî birîndar bû.

Doktoran bi hemû rêbazan hewl dayika Şaha derman bikin, lê wê ji ber birînên xwe, îro li mala xwe ya li taxa Neşwa jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyên her çar endamên malbatê ku bi guleyên leşkerên Tirk li aliyê sînor ê din jiyana xwe ji dest dabûn, hê jî li erdê ne û ti kes nikare nêz bibe, ji ber ku leşkerên Tirk guleyan berdidin.

Bi vê yekê ve tevahiya ferdên malbata Cedan jiyanê xwe ji dest dan.