Çete topan davêjin gundên Şehbayê
Komên çete bi çekên giran û topan êrîşî gundên Um El Hoş û Um El Qura yên herêma Şehbayê dikin.
Komên çete bi çekên giran û topan êrîşî gundên Um El Hoş û Um El Qura yên herêma Şehbayê dikin.
Komên çete bi çekên giran ji gundê El-Hesiye û Wehşiye êrîş birin ser nuqteyên şervanên hêzên şoreşger ên li derdora gundên Um El-Hoş û Um El-Qura yên girêdayî herêma Şehbayê.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyan saet di 13:00 de dest bi êrîşê kirine. Di encamê de ziyana madî gihîşt mal û milkên welatiyan. Nehat zanîn bê tiştek bi kesî hatiye yan na. Şervanên Hêzên Şoreşger jî bersiv dan jêdera êrîşê.
Êrîşa çeteyan a li herêmê hê jî dewam dike.