Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Korxê ya girêdayî navçeya LIcê ya Amedê û li dijî Qereqola Beyaz Çeşme ya girêdayî navçeya Pîranê rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistine.
ANF
BEHDÎNAN
în, 23 rezberê 2016, 14:25
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku di encama çalakiyan de 2 leşker mirin, yek ji van leşkeran jî hatiye tespîtkirin ku leşkerekî payebilind e û perwerdeyê dide.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin; “Roja 22'ê Îlonê saet di 14:30 de, hêzên me li leşkerên li qereqola Kertminê ya li navçeya Midyat a Mêrdînê dan. Di encama çalakiya sûîqestê de leşkerek mir.
LI QAXIZMANÊ ŞER
Sibeha 20'ê Îlonê, artêşa TC li bejahiya Kula ya li navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet di navbera 13:00-15:00 de di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket. Piştî vî şerî artêşa TC bi qedemeyekê xwe vekişand. Helîkopterên bi tîpa Kobra jî li herêmê dan. Di şerê li vir de kuştiyên artêşa TC nehat zelakirin. Artêşa TC heman rojê saet di 18:00 de beşek ji hêzên xwe vekişand. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyonê, kengî bi dest ketin wê bi raya giştî re bên parvekirin.
LI RÊYA AMED-HÊNÊ RÊ HATE KONTROLKIRIN
Roja 21'ê Îlonê, hêzên me rêya navbera Amed-Hênê kontrol kirin. Bi qasî 2 saetan hêzên me agahî da girseya gel a li ser rê. Ev çalakî bi rengekî koordîneyî hat qedandin.
LI PÎRANÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
22'yê Îlonê saet di 17:00 de, hêzên me li dijî Qereqola Korxê ya li navçeya Licê, saet di 13:00 de li dijî Qereqola Beyaz Çeşme ya li navçeya Pîran a Amedê çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. Hat hînbûn yek ji van leşkeran jî payebilind e, ku perwerde dida leşkeran. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên di dema dawî de şehîd bûne, hatin lidarxistin.
OPERASYONA LI RÊYA AMED-ÇEWLIKÊ BÊENCAM VEKIŞIYA
Sibeya 22'yê Îlonê, artêşa TC li ser rêya Amed-Çewlikê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de lêgerîn li herêmê hat kirin û danê êvarê qediya.
Artêşa Tirk sewqiyata leşkerî li girê Puneyîr û qereqolên Korxê û Bilbilok ên Licê dike. Ev sewqiyat li Karaz û Hênê jî tê kirin. Li van herêman, amadekariya operasyoneke giştî tê kirin.
Êvara 22'yê Îlonê, artêşa TC li qada Pêşî Kevir a Licê dest bi operasyonê kir. Ketin û derketina vê qadê hat girtin. Ev operasyon dewam dike. Agahiyên berfireh ên di vê der barê de wê piştre bên eşkerekirin.”
NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN KU DI DEMÊN CUDA JIYANA XWE JI DEST DANE HATE RAGIHANDIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên gerîlayên ku li cihên cuda di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de jiyana xwe ji dest dane ragihand.
HPG’ê destnîşan kir ku dîrok bi nirxên ku şehîdan afirandine ji nû ve hatiye nivîsandin, wiha dewam kir; “Hevrêyên me Êrîş Gever (Ûmût Elcîk), Ezda Avesta (Sitî Karatay), Rustem Serhat (Selamî Bîlîcî) û Nûjîn Amed (Gulnaz Omayîmîlan) ên ji Wan, Colemêrg, Agirî û Makû tevlî nava têkoşîna PKK'ê bûn, di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de tevlî karwanê şehîdên têkoşîna azadiyê bûn.
Ev hevrêyên me, ku bi felsefeya Apoyî perwerde kirin, bi vê felsefeyê re bawerî vediguhere hişmendiya azadiyê û dilsozî rê li ber nirxên nû vedike, bi fedekariyên mezin di pêvajoya zor û zehmet de li qadên têkoşînê cih girtin. Bi îdîayeke mezin xwedî li hemû wezîfeyan derketin û tevlî kar bûn. Her çar hevalên me ev sekna xwe ya bi biryar li hemû qadan bi coş û moraleke mezin nîşan dan û kedeke mezin dan.
Wan hewl dan xwe bigihînin mezinahiya hevrêyên ku bi qasî di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin ji jiyanê hez dikin û xwestin xwe bigihînin wateya mezinahiya vê nirxê. Jiyan ji bo wan dihat vê wateyê. Em her çar hevalên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, em ê bi biryardarî li erka têkoşînê ya wan radestî me kirine, xwedî derkevin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne: