Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û navçeyên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"21'ê Îlonê saet di 13:50 de hêzên me bi çekên giran li helîkoptereke bi tîpa Skorsky dan, ku vê helîkopterê leşker datanî tûgaya Çelê. Vê helîkoptera ku derbên giran xwar, hewl da xwe bigihîne navenda Colemêrgê, lê ji ber darbeyên xwarî nekarî xwe deyne û neçar ma li tûgaya Çelê vegere. Dema vegeriya, careke din bi çekên giran derb lê hatin xistin û ji ber gelek bombeyên mij û dûmanê derdixîne, ji herêmê çûye.
22'ê Îlonê saet di 09:45'an de, hêzên me bi çekên giran li kepçe, kon û wesayîteke zirxî ya artêşa TC xistin, ku li ser girê Şehîd Cahîd ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bûn. Gerîlayên me saet di 14:30 de bi hawanan derbên xurt li yekîneyên dagirker ên li vir xistin. Di van çalakiyan de derb li kepçeyê hat xistin û 2 çeper hatin rûxandin. Lê belê hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî ji gir rakir.
Hêzên me roja 22'ê Îlonê saet di 16:30 de, li dijî leşkerên li kûleya çavdêriyê ya li Qereqola Komando ya li bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê, çalakiya sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin."