Heyeta HDP’ê piştî Talebanî serdana Tevgera Azadî kir

Heyeta HDP’ê piştî hevdîtina xwe ya li gel Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm, gihişt bajarê Silêmaniyê û li gel Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî rûnişt û piştre jî serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê kir.

Heyeta HDP’ê piştî hevdîtina xwe ya li gel Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm, gihişt bajarê Silêmaniyê û li gel Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî rûnişt û piştre jî serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê kir.

Heyeta HDP’ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş îro saet 10:00’ê sibehê gihişt bajarê Kerkûkê û li gel Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm rûnişt. Heyet a ku saet 13:00’an gihişt bajarê Silêmaniyê, li gel Sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talebanî li mala wî ya li Debaşan a Silêmaniyê rûnişt. Piştî serdana Talebanî heyet çû serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û li wir ji aliyê Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir û çend endamên desteya  rêveberiya Tevgera Azadî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Selahattîn Demîrtaş daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û xêrhatina heyetê kir  û diyar kir ku di demek wiha de ev serdan pir girîng bû, hêvîdar in ku  ev serdan û diyalog bidomin.

Piştre jî li ser navê heyeta HDP'ê Demîrtaş axivî û di serî de ji ber mazûvantiyê spasiya Tevgera Azadî kir û diyar kir ku hevdîtinên wan di roja sêyemîn de li Silêmaniyê didomin û got, "Îro li Silêmaniyê me derfet dît ku em serdana Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî bikin, li gorî berê rewşa tenduristiya wî baş e û ev yek jî cihê keyfweşiyê ye. Em li vê derê careke din silav û rêzên xwe pêşkêşî Birêz Talebanî dikin. Li gel Tevgera Azadî jî me armancên xwe anîn ziman. Alozî li Başûrê Kurdistanê hene û têkîliyên navbera aliyên siyasî bandorên neyênî li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kiriye."

Her wiha îro di saet 18:00’an de wê heyeta HDP’ê li bajarê Silêmaniyê li gel Polîtburoya YNK’ê bicive.

...