Heyeta HDP'ê bi Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm re rûnişt
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, piştî danûstandinên li Hewlêrê îro danê sibehê derbasî Kerkûkê bû û bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm re hevdîtin kir.
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, piştî danûstandinên li Hewlêrê îro danê sibehê derbasî Kerkûkê bû û bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm re hevdîtin kir.
Dr. Necmeddîn Kerîm, li mala xwe ya li taxa Arafa ya Kerkûkê heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Hevdîtinê saet di 10.15'an de dest pê kir û bi qasî saetekê dewam kir. Piştî hevdîtinê Kerîm û Demîrtaş bi hev re daxuyaniyek dan çapemeniyê.
'EM KÊFXWEŞ BÛN KU HEYETA HDP'Ê HAT SERDANA BAJARÊ ME'
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana HDP'ê ya Kerkûkê bilêv kir û got, "Di vê hevdîtinê de îmkanên me çêbûn, ku em nêrînên xwe yên li ser têkoşîna girîng a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û diyaloga navbera Kurdan bi Birêz Demîrtaş û heyeta HDP'ê re parve bikin. Ji niha û pê ve em ê hîn bêhtir hewl bidin di vî warî de bi berpirsyariya xwe rabin."
'KERKÛK MÎNAKEK JI DEMOKRASIYA RADÎKAL E'
Piştî Kerîm Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber dîtina Kerkûkê bilêv kir. Demîrtaş destnîşan kir, ku wan bi Walî Kerkîm re hevdîtineke girîng kirine.
Demîrtaş diyar kir, ku demeke dirêj e nîqaş li ser statuya Kerkûkê tê kirin û destnîşan kir, ku tevî vê rewşa ne diyar jî, cihêrengiya li Kerkûkê bi rengekî ku bibe mînak ji demokrasiya radîkal re, bi hev re di rewşeke aştiyane de dijîn.
Demîrtaş da xuyakirin, ku Kerkûk di pêvajoyeke zehmet de ye û got, "Tevî vê yekê jî wê her tim weke bajarekî mînak bimîne, ku hemû cihêrengiya tevlî rêveberiyê dike. Lewma ez spasiya hemû partî û şexsiyetên Kurdistanî yên di vî warî de keda wan hene, dikim. Silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû gelên din ên li Kerkûkê dikim.
Bi taybetî spasiya Waliyê Kerkûkê Birêz Necmeddîn Kerîm dikim, ku li dijî her şêwe êrîşan, hewl dide bajêr biparêze û aştiya navxweyî pêk bîne. Jê re serketinê dixwazim. Hêvîdar im di vê demê de ku hewldanên girîng ji bo aştiya navxweyî ya li Kurdistanê tên kirin, wê hemû partiyên Kurd bi ruhê yekîtî û diyalogê ji bo pêkanîn aştiya herêmî kedeke girîng nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de, wê Birêz Necmeddîn Kerîm jî weke şexsiyet û siyasetmedarekî girîng ê Kurd, ji bo pêkhatina diyaloga navbera Kurdan û aştiya navxweyî, erka bikeve ser milê xwe bi cih bîne."
Heyeta HDP'ê piştî hevdîtina li Kerkûkê berê xwe da Silêmaniyeyê. Tê payîn heyet ewilî bi Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî re rûnê. Heyet wê piştre bi rêveberiya YNK'ê û nûnerên partiyên din ên siyasî re hevdîtinan bike.