Bajarê ku zeman kirî du felqe: Kobanê- 11
Li Kobanê piştî êrîşa 29’ê Mijdarê ‘pêngava rizgarkirina Kobanê’’ dest pê kir. Bi pêngavê re cihên stratejîk yek bi yek ji çeteyan hatin paqijkirin û berxwedana Kobanê bi serkeftinê tacîdar dibû.
Li Kobanê piştî êrîşa 29’ê Mijdarê ‘pêngava rizgarkirina Kobanê’’ dest pê kir. Bi pêngavê re cihên stratejîk yek bi yek ji çeteyan hatin paqijkirin û berxwedana Kobanê bi serkeftinê tacîdar dibû.
Êdî li Kobanê pêvajoya pêngavê dest pê kiribû, şervanên YPG/YPJ’ê piştî berxwedana destanî ya du meh û nîvan ji pozîsyona parastinê ketibûn pêvajoya pêngavê. Pêngavê di şervanan de bû moral û coşeke mezin. Pêngava azadkirina Kobanê berê dihate plankirin, piştî berxwedana parastinê ya du meh û nîvan fermandarên YPG/YPJ’ê ji bo ku bi zivistanê re Kobanê ji çeteyan paqij bikin dest bi pêngavê kiribûn.
Pêngav tenê navenda Kobanê venedihewand nav xwe, li kû dera Kobanê çeteyên DAIŞ’ê hebûna wê bihatana îmhakirin û bibûya pêngava paqijkirina Kobanê. Wan deman ji fermandara Kobanê Azîme Denîz got, ‘’her bihosta Kobanê welat e’’ û bi vê nîşan dida bê ka her bihosta axa Kobanê ew ê çi qasî berxwedaneke mezin nîşan bidin.
Li Kobanê hemû cihên stratejîk yek bi yek hatin tespîtkirin û bi Kanûnê re ji bo van cihan operasyonên YPG/YPJ’ê bi fedaîbûneke mezin û hostatiya taktîk pêk dihat.
OPERASYONA PÊŞÎ YA PÊNGAVÊ
2’yê Kanûnê hêzên YPG/YPJ’ê operasyona pêşî ya ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin dane destpêkirin. Operasyon li taxên Botana Şerqê û Botana Xerbê yên li Başûrê Kobanê dest pê kir. Piştî operasyona ku 5 rojan domdan, taxên Şerqê û Xerbê yên Botanê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin û azadkirin.
BI OPERASYONÊN BOTANÊ XETA BAŞÛR A ÇETEYAN HATE BIRÎN
Taxên Şerqê û Xerbê yên Botanê ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên bi ser Kobanê de ji van deran bi rê ve dibirin, ji bo vê jî, ji hêla hevsenga şer ve xweyî giringiyeke stratejîk bûn. Çeteyên DAIŞ’ê ji Rêya Helebê ku ji başûrê Kobanê dihat, teqwiye, çek û lojîstîk dibirine taxên Termîkê ku ji başûr ve nêzî navenda Kobanê bûn. Hêzên YPG/YPJ’ê bi azadkirina taxên Botana Şerq û Xerbê girêdana gundên Halebê û Termîkê qut kirin. Piştî azadkirina van taxan ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê weke hilmstandinê bûn çeteyên DAIŞ’ê êdî nema dikarîbûn hilmê bistînin.
Weke ku tê zanîn roja 29’ê Mijdarê di bin kontrola dewleta Tirk de li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê çeteyên DAIŞ’ê wesayiteke bombeyî li ber bînahiya gumrikê teqandin. Van rojan fermandarê Kobanê Mehmûd Berxwedan digot çeteyên DAIŞ’ê ji serî de Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji xwe re kirine hedef, êrîşên xwe ji bo ku derî bistînin wê ji hêla başûr ve, ji hêla Rêya Helebê ve bikin û sedema êrîşa ser sînor jî ev xet e. Di vê nirxandinê de jî diyar dibe ku piştî ku taxên Şerq û Xerbê ji çeteyan hatin standin, di mijara êrîşên bi ser deriyê sînor de destê DAIŞ’ê qels bûye.
Di operasyonên taxên Botanê de bêhtir çeteyên ji Kafkasê û Turkmen hebûn û vê bal dikişand.
CIHÊ DUYEMÎN Ê STRATEJÎK DIHATE AZADKIRIN
Şervanên YPG/YPJ’ê piştî li taxên Botanê derbeke xweş li çeteyên DAIŞ’ê xistin û deskeftineke stratejîk bi dest ve anîn, operasyonên xwe berdewam kirin. Pêngava duyê ya azadkirina Kobanê bû bînahiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xîdo. Ev bîna ew bîna bû, dema ku çeteyên DAIŞ’ê pêşî ketibûn Kobanê ji hemû dinyayê re ragihandibûn. Bîna ji hêla manewî û stratejîk ve cihekî herî girîng bû.
Mirov dikare paqikirina vê deverê weke çalakî û operasyona herî girîng a hêzên YPG/YPJ’ê binirxîne, bi vê pêngavê re pêngaveke stratejîk ji ya pêngava Botanê meztir hate pêkanîn.
Azadkirina navenda çand û hunerê serdestiyeke moral û psîkolojiîk bi dest ve dianî. Azadkirina vê bînahiyê avantejeke mezin bi dest YPG’ê ve dianî. Bi paqijkirina bînahiyê û derdora wê YPG’ê qadeke nêzî 800 metroyî berfireh ji çeteyan paqij dikir, çeperên xwe jî ber bi rojhilat ve nêzî 150 metroyî bi pêş ve diçû. Hêzên YPG’ê ku bi azadkirina Kolana 48. zemînek girîng bi dest xistin, li Taxa Botanê ya Rojhilat ku Qada Azadî jî li wir bû, serdestî bi dest dixist. Qada ku bi navenda çand û hunerê dihate paqijkirin ji ya taxên Botanê berfirehtir bû.
Operasyonên bi ser navenda çand û hunerê de hostatîya taktîk a YPG’ê nîşan dida. Hêzên YPG/YPJ’ê ku beriya şerê Kobanê yê li dijî DAIŞ’ê ne xweyî tecrûbeyekê bû, bi hewldan, afirînerî, rihê berxwedanê, di demeke kurt de bi dest dixe û bi vê operasyona bi ser navenda çand û hunerê de hema hema bi bêkêmasî nîşan dide. Di pêngava rizgarkirina Kobanê de ji hêla tespîta hedefê, taktîkê û asta ku di şerê nav bajêr de bi dest xistî pir girîng bû.
MEKTEBA REŞ RÊYA MIŞTENÛRÊ VEDIKIR
Operasyonên YPG/YPJ’ê bi hemû leza xwe didomand. Fedaîbûn û moralên şervanan dikir ku fermandar planên xwe biguherin, ji ber ku cihên stratejîk zû dihatin standin û DAIŞ li Kobanê bi paş ve diçû. Êdî dem hatibû ku Mekteba Reş ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin.
Azadkirina Mekteba Reş di şer de dihate wateya qonaxeke nû. Cihên ku heta niha dihatin azadkirin giş xweyî girÎngiyeke stratejîk bûn lê Mekteba Reş di nav plansaziyê de cihê herî girîng bû û diviya esas bihate girtin.
Mekteba Reş li herêma Kaniya Kurdan li cihekî serdest bû ku DAIŞ tê de hatibûn asêkirin. Ev herêm ji Mekteba Reş ber bi jêr ve diçû û Mekteba Reş serdestî van deran bû. Ji bo vê jî azadkirina Mekteba Reş ji hêla leşkerî ve wê avatajeke girîng bi dest ve bianiye.
Standina Mekteba reş dihate wê wateyê ku rêya diçû Girê Miştenûr vedibû.
JI ŞERVANAN XELATA SALA NÛ JI BO HEVALÊN XWE
Operasyona Mekteba reş roja dawî ya sala 2014’an 30’ê Kanûnê dest pê dikir. Dihate plankirin ku operasyon çend rojan bidome, ji bo ku azadkirina Mekteba Reş û derdora wê, wê ne hêsan ba.
Lê surprîzeke şervanên tevlî operasyonê bûyin ji bo fermandar û hevalên xwe hebû. Hedefa şervanên ku tevlî operasyonê bûyin ew bû ku, bi kêferat û motîvasyoneke ji ya însanan zêdetir, ne di çend rojan lê di çend deqeyên pêşî yên sala nû de azad bikin. Jixwe wiha jî dibû; şervanên YPG/YPJ’ê dixwestin ku sala ku bi berxwedanê tije çûyî di sala nû de bi serkeftinê tacîdar bikin, derbên giran li çeteyan dixistin û bêtêlê mizgînî didane hevalên xwe ku di deqeyên pêşî yên sersalê de ji serkeftinê re hazir bin. Di deqeyên pêşî yên sersalê de mizgînî didane hevalên xwe ku wan Mekteba Reş bi dest xistine û wiha soza xwe pêk anîn.
DOR A MIŞTENÛRÊ YE
Pêngava rizgariya Kobanê bi moral û çoşê berdewam dike û dor digihije azadkirina Girê Miştenûrê.
Êdî Girê Miştenûrê ku Arîn Mîrkan bi bedena xwe darbeyek li dilê çeteyên DAIŞ’ê dixist, ku şehîd Dîcle, Cûdî, Gîvara xeyal dikirin govenda azadiya lê bigerînin êdî li benda azadiyê bû.
Di destpêka meha Cotmehê de ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe êrîş dibire ser Girê Miştenûrê wan deman bûbû sembola berxwedana dastanî. Piştî ku Gir kete destê çeteyên DAIŞ’ê fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan bi çalekiyeke fedaî li gel giringihya stratejîk her wiha Girê Miştenûrê bû sembola manewî ya berxwedanê jî. Şervanên YPG/YPJ’ê bi îrade û baweriyeke ji ya însanan zêdetir, li vê derê lehengiyeke mezin nîşan dan. Her bihûsta Girê Miştenûrê ji çîrokên lehengiyê re bû mekan. Şervanên azadiyê bi çekên sivik û ferdî li Girê Miştenûr li dijî tang û topên çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin.
HAZIRÎ TEMAM DIBIN
Bi pengava rizgariya Kobanê di mehekê de gelek cihên sratejîk YPG/YPJ’ê bi dest xistin. Di nav çarçoweya pêngavê de herî dawî ji bo Girê Miştenûrê ku sembol û cihê stratejîk ê pêngavê bû hazirî dihatin kirin.
YPG’ê bi rizgakirina Miştenûrê wê hem serdestî tevahiya bajêr bibûna û hem jî wê li başûr serdestî rêya Helebê, li rojhilat Helincê bibûna ku diçû heta bi xeta Til Ebyadê ku rêyên sereke yên sewqiyatê bûn ji bo DAIŞ’ê, li rojhilat jî wê serdestî gelek gundên nêzî bajêr bibûna. Miştenûr ji hêla dîrokî û berxwedanê ve ji ber ku sembol bû, wê bihatana wateya rizgarkirina sembola manewî ya bajêr.
DI ÇENTEYAN DE POSTERÊN OCALAN
Di nav çarçoweya pêngava rizgakirina Kobanê de şervanên YPG/YPJ’ê hemû cihên stratejîk ên ku wê Girê Miştenûr azad bikirana bi dest xistin û ji bo operasyonê xet temam kirin. Bi azadkirina gir wê pêngav temam bibûya. Şervanan beriya bi rojan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çenteyên xwe de bi cih dikin da ku li Miştenûrê daleqînin. Êdî guman nîn e ku Miştenûr wê were standin,bi biryardariya soza ku dayin Şehîd Arîn, Dîcle, Ozgur, Cûdî û Gîvara êdî şervan dest bi tevgerê dikirin.
MIŞTENÛR BI YPJ’Ê RE BÛ YEK
Şervanên YPJ’ê di pêvajoya berxwedanê de tim bi pêşengtiyê rabûn, şervanên YPJ’ê di rizgarkirina Girê Miştenûrê de jî şervanên YPJ’ê ji ber çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan û hevrêyên wan ên jin ku lehengiya nîşan dayin, ji bo wan xwedî wateyeke dî bû.
Berxwedana Miştenûrê bi YPJ’ê re bûbû yek. Berxwedan her wiha weke berxwedana jinê jî dikare were bibîranîn. Ji bo vê jî şervanên YPJ’ê ku ji bo azadkirina Miştenûrê bi taybetî xwe hazir dikirin, di rola pêşengtiyê de bûn.
OPERASYON DEST PÊ DIKE, XEYALÊN ŞEHÎDAN PÊK TÊ
Gîvara, Cûdî û gelek şervanên jin bi xeyala azadkirina Miştenûrê şehîd bûn. Xeyala şehîd Cûdî ew bû ku alayeke mezin a YPG’ê li Miştenûrê li ba bike. Pir hêrs dibû ku paçikê DAIŞ’ê li Miştenûrê li ba dibû. Şehîd Gîvara digot, ‘’ez ê li Miştenûrê govenda azadiyê bigerînim.’’ Şervana YPJ’ê Dîcle Firat, dema ku derdora wê ji hêla çeteyan ve hate pêçan, bombe di xwe de teqand û radest nebû û di pêngava azadkirina Miştenûrê de bi lehengî şehîd bû. Ha ev hemû hêman wateyeke manewî ya mezin didane Girê Miştenûrê. Şehîd Arîn Mîrak weke bertekekê piştî ku Miştenûr kete destê çeteyan çalakiya fedaî pêk anîbû. Bi vê wateya daxwaza şehîd Arîn Mîrkan jî pêk dihat.
Operasyon şev û rojekê berdewam dike. Piştî şerê bi mesafeya nêzîk koma pêşî ya YPJ’ê sibeha 19’ê Çile digihijin Miştenûrê û xeyala şehîdan pêk tînin û posterên Ocalan yên di çentê xwe de li Girê Miştenûrê li ba kirin.
FERMANDAR BI ŞERVANAN NIKARIN
Bi serkeftina Miştenûrê moral û motîvasyona şervanan pir zêde dibe. Wan deman fermandara YPJ’ê Biharîn Kendal wiha dibêje: ‘’Bawerî û coşiya şervanên me ku di berxwedanê de qet kêm nebû, bi Miştenûrê re pir zêde bû. Şervan bi bêsebriyekê dixwazin derba mezin li DAIŞ’ê bixin. Em bi şervanên xwe nikarin.’’
Şerbvan bi gotinên, ‘’birçîtî, westan, bêxewî ji bo me ne problem e. Em asêyî armancê bûn, em di nêz de dixwazin çeteyên DAIŞ’ê têk bibin’’ bi ser fermandarên xwe de diçin.
ÇETEYÊN ÇEPEL LI ENIYA ROJHILAT TÊNE ASÊKIRIN
Piştî Miştenûrê sedî 70 yê Kobanê dikeve bin kontrola YPG’ê, eniya başûr jî ji dest çeteyan paqij dikin. Piştî operasyona başûr bala her kesî çû ser eniya rojhilat, dor hatibû ku derba mirinê li DAIŞ’ê were xistin. Çeteyên DAIŞ’ê êdî tenê dikarîbûn li eniya rojhilat bimînin. 22’yê Çile gotinên Meryem Kobanê bi bîra min hatin ku destpêka Cotmehê gotibûn:
‘’Di wan deman de ku her kesî digot, ‘’Kobanê wê bikeve’’, hindik maye ku em soza xwe bi cih bînin. Em ê li Kaniya Kurdan ragihînin ku Kobanê ji bo DAIŞ’ê dojeh e.’’ Piştî van gotinan bi rojekê, 23’yê Çile operasyona ku çeteyan ji eniya rojhilata were paqijkirin dest pê dike. Operasyon berfireh e lê gav bi gav pêk tê. Êdî çeteyên çepel ku fêhm kirin nema dikarin li bajêr vehewin dest bi danîna mayinan kir.
HIN ŞERVAN BI GAZIN IN
Berê sibehê kelecaniyek mezin hebû. Her kes dixwaze di nav operasyona rizgarkirina Kobanê de be ku wê were ragihandin. Şervan di vê mijarê de bi hev re ketine nav pêşbaziyê. Hin jê ji bo ku wê li xetên paş bimînin aciz dibin. Lê dîsa jî dema ku hevalên xwe bi rê dikin vê der nakin. Di van kêliyan de sahneyên di navbera rastî û ser rastiyê re diyar dibin. Fermandarê Eniya Rojhilata Selahattîn Halep, hemû şervanan li dor xwe kom dike. Ji wan re dibêje ku divê çi bikin û behsa wateya azadiyê dike. Tevgera bedena wî, retorîka wî, fîlmên ‘’Dilê Wêrek’’ ên Wîllîam Wallace bi bîra mirov tîne ku ji bo azadiyê şerê xwe dikirin û beriya şerê dawî bang li berxwedêran dikir. Her kes bi baldarî li taktîk û hişyarîdayinên fermandar guhdarî dike. Ên ku ji bo jiyan û azadiyê pişta mirinê li erdê xistin, rêwiyên dastana berxwedanê ku wê qet neyê jibîrkirin, ji bo gavên dawî ku wê vê rêwitiyê veguherînin azadiyê tevdigerin.
OPERASYONA KANIYA KURDAN DEST PÊ DIKE
Operasyona Kaniya Kurdan dest pê dike. Dixwazin ku nûçegihan jî li paş bimînin, destûr nadin biçin pêş. Li paş em û sê şervanên YPJ’ê dimînin. Şervan Avesta bi caran di operasyonan da mabû û birîndar bûbû. Di vê operasyonê de li paş mabû. Em dixwazin biaxivin lê dibêjin, ‘’kesên ku divê biaxivin ew heval in ku operasyonê bi rê ve dibin. Piştî operasyonê bila ew biaxivin. Avesta ji bêtêlê hewl dide operasyonê bişopîne. Pir kelecanî ye. Vê navberê çend şervanên YPG’ê tên. Ew jî heyfê tînin ji ber ku li paş mane. Carekê bi bêtêlê ji fermandarê xwe re gotin, ‘em jî tên. Çima hûn me li van deran dihêlin.’’ Lê fermandar bi zimanekî teqez vê red dike.
JI BÊTÊLÊ DENGÊ DIRÛŞMEYAN
Piştî çend saetên operasyonê ji bêtêlê deng tê: ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana Kobanê’’ Hevalek jî bi kêfxweşiyekê radibe ser piyan, ‘’Kaniya Kurdan azad bû!’’
Em jî tevdigerin. Avesta xwe digihîne fermandar, fermandar dibêje, ‘’hê na’’ Em hinekî dî dimînin. Ku Kaniya Kurdan azad bibe wê azadiya Kobanê were ragihandin. Şervan ji kelecaniyê nikarin rûnin. Ne hêsan e, ji 4 mehan zêdetir li dijî her cura teknîka çeka, serdestiya teqwiyeyê, hijmara zêde û rêbazên dij mirovî bi kêm cebilxane, kêm xwarin, cil, bêxewî, sermayê bêyî ku tilîka wan ji tetîkê bikeve, bo ku radest nebin bi bêdilî diçûne mirinê, lê yek kêliyê jî dev jê neqeriyan ku dev ji jiyana azad berdin, rêgezên fizîkî li bin guhê erdê xistin û li ber xwe dan.
SIRÛDA ŞERVANA YPJ’Ê MIZGINIYA AZADIYÊ DIDE
Piştî demekê ji bêtêlê ji dengê şervaneke YPJ’ê gotinên sirûda ‘’Bijî Rojava’’, ‘’Keç û Xortên Kurdistan, şer dikin ji bo niştiman’’ tên. Piştî vê bêyî ku pêdivî pê bînin ku agahiyê bidine fermandar şervanên YPG/YPJ’ê bi pêş de çûn. Em jî bi wan re biçûn. Em diçin Kaniya Kurdan. Rêwîtiyeke bi kontrol e lê dema ku em gihaştin wir em bi govenda azadiyê re hevrû bûn, ku piştî şer dest pê kiribû. Şervanên ku li kolana li pêş Kaniya Kurdan govend girêdabûn kêfxweşiyeke mezin dijiyan ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kaniya Kurdan paqij kiribûn, ji ber ku Kobanê azad kiribûn. Stran dihatin gotin û dirûşm dihatin berzkirin.
KÊFXWEŞÎ Û XEMGÎNIYA MEZIN
Hemû şervan hev hembêz dikin. Li ser rûyê wan kêfxweşiyeke wiha heye ku nayê gotin. Lê li awirên wan xemgîniyek jî heye. Êşa şehîdên Kobanê belkî jî herî pir dema azadiyê hate jiyîn. Kobanê di roja herî şad de, şehîdên xwe yên leheng ên di vî şerî de hîs kir. Û êşekê bi vê kêfxweşiyê re dest bi meşa xwe kir.
ALA YPG’Ê LI KANIYA KURDAN LI BA DIBE
Dema ku şervanên YPG/YPJ’ê alayeke mezin a YPG’ê ji bo ku li girê Kaniya Kurdan daleqînin bi rê dikevin, em jî bi wan re dimeşin. Dema ku em gihiştin gir dengê dirûşmên, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Berxwedana Kobanê’’ dihat. Alaya mezin li Girê Kaniya Kurdan dihate daliqandin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji hêla koma pêş a şervanan ve hatibû daliqandin.
Gotinên Meryem Kobanê yên, ‘’Li Kaniya Kurdan ku DAIŞ’ê jê ketî Kobanê, em ê nîşanî hemû dinyayê bidin ku Kobanê dojeha DAIŞ’ê ye’’ di roja 134. de pêk hat. Berxwedana Kobanê zeman weke ‘’beriya Kobanê û piştî Kobanê’’ kir du felqe. Dîrok di Kobanê de qut bû û dîsa hate nivîsîn. Stefan Zweîg ku sax bûya wê teqez wiha bigota, ‘’Kobanê di dîroka mirovahiyê de ew kêlîk e ku stêrik lê çirisî.’’