Li Kantona Cizîrê serjimariyê destpê kir
Bi pêşengiya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, li bajarê Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê yên Kantona Cizîrê serjimariyê destpê kir.
Bi pêşengiya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, li bajarê Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê yên Kantona Cizîrê serjimariyê destpê kir.
Karê serjimariyê di bin navê 'Ez li vir im' tê meşandin.
Di vê çarçoveyê de, serjimariyê danê vê sibehê li bajarê Dêrikê û herêmên Berav û Koçerata yên Kantona Cizîrê destpê kirin. Serjimarî ji aliyê mamosteyên Desteya Perwerdeyê û endamên komîn û meclîsan ve tê kirin.
Serjimarî li taxên: Taxa Sor, Bawiliyê, Sekniyê, Taxa Şehîd Xebat û Bazarê yên Dêrikê destpê kir.
Ji bo ku serjimarî bi rengekî baş û giştî pêk were, tevgera li wan bajaran hatiye rawestandin.
Di çarçoveya projeya 'Ez li vir im' de, wê li Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê û Til Hemîsê, serjimarî destpê bike.