NÛ BÛ

Cenazeyê gerîla Ekîn li Qendîlê hat veşartin

Cenazeyê gerîla Mûrat Ekîn (Azad Sîverek) li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîla Mûrat Ekîn (Azad Sîverek) ê li Nexweşxaneya Silêmanî ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da, duh bi karwanekî ji dehan wesayîtan anîn herêma Qendîlê.

Karwanê cenazeyê Azad Sîverek li Qendîlê ji aliyê bi dehan welatî û gerîlayên HPG/YJA Starê ve bi merasîmekê hat pêşwazîkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yê Herêma Raperînê Birêz Heme Emîn axivî. Emîn got, "Şehîd Mûrat di temenê ciwaniyê de tevlî nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û ji sala 1992’ê ve têdikoşiya. Hevalê Mûrat 22 salan di girtîgehên dewleta dagirker a Tirk de têkoşiya."

Di merasîmê de Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso jî axivî û got; "Destketiyên îro li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi dest ketine, bi saya berxwedan û têkoşîna van şehîdan e. Şehîd rêberên gelên bindest in. Divê her kes xwe li ber ked û xwîna şehîdan deyndar bibîne. Şehîd Namirin. Bijî Serok Apo."
 
Di dawiyê de jî dayika gerîla Mûrat Ekîn peyivî û got; "Kurê min şehîdê hemû gelê Kurd e. Serê Serok Apo sax be. Kurê min ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya û şehîd bû."
 
Piştî xwendina peyama Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Zagros Sine ve, cenazeyê Ekîn li ber dirûşmên 'Şehîd Namirin', 'Bijî Serok Apo' li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr hat veşartin.