Rûpela destpêkê ya destana Îlonê: Berxwedana Serzorî

Lehengiya destpêkê ya berxwedanê li gundê Serzorî pêk hat. 13 şervanên YPG/YPJ'ê heta fîşekên xwe yên dawî li ber xwe dan û ruhê berxwedanê dan Kobanê.

Rûpela destpêkê ya destana berxwedana Îlonê ya Kobanê li gundê Serzorî hat nivîsandin. 13 şervanên YPG/YPJ'ê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" bersiv dan banga "teslîm bibin" a çeteyên DAIŞ'ê. Piştî ku çeteyan avahiya dibistanê dan ber agir, her 13 şervanên YPG/YPJ'ê bûn şehîdên destpêkê yên vê berxwedana lehengiyê.

Berxwedana Kobanê di nava lehengiya bi sedan jin, ciwan, extiyar û xortên canê xwe feda kirin, şîn bû. Ji bo fêhmkirina ruhê vê berxwedana mezin a şerê vînê, divê mirov berê xwe bidin Serzorî. Li Serzorî, 13 şervanên ciwan ên bi qîrîna dirûşmeyan, tilîlî û bi ken mirin pêşwazî dikirin, di kêliya destpêkê de nîşanî çeteyên DAIŞ'ê dan bê kî wê li Kobanê bi ser bikeve. Şervanên YPG/YPJ'ê yên bi fermandariya Rodî û Peyman; Bawer Efrîn, Berçem Cûdî, Berfîn Çiya, berxwedan Batman, Bira Perwer, Ciwan Heval, Gulîstan Qendîl, Hebûn Kobanê, Mizgîn Cûdî, Rustem Cûdî û Serxwebûn Xerîb ji vê kêliyê û pê ve wê ne şervanên şerekî ji rêzê bûna. Ew ê bibûna lehengên destana sedsala 21'an.
Ji fermandarên Berxwedana Kobanê Meryem Kobanê di rojên dawî yên şer de wê destnîşan bikira, ku Berxwedana Serzorî di dîroka Kobanê û gelê Kurd de roleke diyarker lîstiye û bigota "Xeta berxwedanê ya li Kobanê, Berxwedana Serzorî ye. Vê berxwedanê nîşanî me da ku DAIŞ ancax bi sekneke fedayî dikare bê sekinandin û piştre jî hemû şervanên me ev peyam bi berxwedaneke fedayî xistin meriyetê."

HEDEFA DESTPÊKÊ SERZORÎ BÛ

Hedefa destpêkê ya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li eniya rojhilat, gundê Serzorî yê bi 35 kîlometreyan dûrî Kobanê bû, ku li ser sînorê Girê Spî ye. Eger ev gund ji dest biçûya wê xetên eniya rojhilat ên YPG/YPJ'ê ji hev qut bibûna û çeteyên DAIŞ'ê wê hê di destpêkê de li vê eniyê serdest bûna.

Serzorî stratejîk bû û eger biketa, wê girê li ser jî biketa destê çeteyan. Di heman demê de eger Serzorî biketa wê bi hezaran sivîlên hê ji gundan nehatibûn derxistin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bihatina qetilkirin.

Şervanên ku haya wan ji vê rastiyê hebûn, dan xuyakirin ku çi dibe bila bibe ew ê çeperên xwe neterikînin û gel biparêzin. DAIŞ'ê bi xistina Serzorî re wê ji qutbûna xetên YPG/YPJ'ê sûd werbigirta, li gundan komkujî bikira, bi lez xwe bigihanda Kobanê û hê ji destpêkê ve vîna berxwedanê bişikanda.

Çeteyên DAIŞ'ê bi yekîneyeke qelebalix, 3 tank û çekên giran nîvê şevê saet di 03:00 de dest bi êrîşa li dijî Serzorê kirin. Di vê kêliyê de li gund heft şervanên YPG/YPJ'ê hebûn. Şervanan gavek jî bi paş ve navêtin û li çeperên xwe li ber xwe dan. Bi şervanên YPG/YPJ'ê re bi tenê kleş û weke çeka giran jî tenê Bîksiyek hebû.

Berxwedanê bi saetan dewam kir; lê cebilxaneya şervanan kêm dibû. Li ser vê yekê sê şervanan cebilxane ji hevalên xwe re birin û wan jî cihê xwe di çeperan de girtin. Piştî wextekê, du şervanan mirin dan ber çavên xwe û xwe gihandin gund. Wan jî cihê xwe di nava lehengên Serzorî de girtin.

Destana berxwedana Serzorî ya bi heft şervanan destpê kir, wêdî 5 jê jin bi 13 şervanan dewam dikir.

Di vê demê de fermandarên YPG/YPJ'ê xwe gihandin nuqteyeke li pêşberî gund û hewl dan ji vê derê dorpêçiyê bişikînin û 13 şervanên fedayî ji gund derxînin.

'DESTEKÊ NEŞÎNIN, WÊ HEVAL ŞEHÎD BIKEVIN'

Mijara sereke ew bû ku teqwiye bê şandin û dorpêçî bê şikandin. Ji du baskan ve du komên YPG/YPJ'ê berê xwe dan Serzorî; lê belê DAIŞ'ê hemû rêyên ber bi vî alî ve girtibû. Têkiliya bi Serzorî re ji her alî ve birî bû. Şervanên YPG/YPJ'ê tevî ku gelekî hewl dan, nekarîn xwe bigihînin gund. Di vê kêliyê de ji bêtêlê dengê fermandarê berxwedana Serzorî Rodî hat. Ji fermandarên xwe re got, "Heval ti hevalan ji bo destekê neşînin ber bi aliyê me ve. Pêwîstî bi windahiyên zêdetir nîne. Ji xwe dor li me hatiye girtin. Naxwe wê şehîd bikevin. Kîjan heval hewl bide xwe bigihîne vir wê bikeve kemînê û şehîd bikeve. Bi ti awayî nehêlin hevalê bên vir."
Berxwedana Serzorî piştî bi saetan êdî veguherî destanê. Çeteyên DAIŞ'ê yên bi sê tan, bi sedan çete û bi çekên giran ketin nava gund, dîn û har bûn. Ji ber dijwarbûna êrîşa bi çekên giran û tankan, şervanan xwe vekişandin avahiya dibistanê ya ji du qatan. Û li vê derê bi temamî hatin dorpêçkirin. Şervan derketin qatê duyemîn ê dibistanê. Çeteyên DAIŞ'ê her du hewl didan bikevin nava dibistanê, hewldana wan dihat şikandin û çete dihatin îmhakirin. Di vê kêliyê de şervanan bi rêya bêtêlê bi fermandar Meryem Kobanê ya li derveyî gund bû, daxivîn. Şervanan rewşa xwe ji fermandarên xwe re radigihandin. Bi taybetî rewşa hevalan vedigotin.
Bi rêya bêtêlê fermandar Meryem yek bi yek bi şervanên li Serzorî re axivî. Dilgel, Bahoz, Cûdî û yên din... Axaftin heta kêliya dawî jî dewam kir.

GELEK ŞERVAN BI DILDARÎ DERKETIN PÊŞ

Piştî wextekê, ji bo şervanên li qadên din nebihîzin û moralê wan xera nebe, axaftina bi şervanê li Serzorî re ji qenala bingehîn hat derxistin û êdî axaftin li ser qenala 5. a bêtêlê dewam kir. Ev qenal ji bo axaftina bi şervanên li Serzorî re hatibû veqetandin. Nedixwest şervanên li qadên din li axaftina bi şervanên li Serzorî guhdarî bikin. Ji ber ku hemû şervanên li komên din ên bi şaşitî ev qenal vedikirin, dema rewşa Berxwedana Serzorî dibihîstin xwe pêşniyar dikirin ku biçin desteka Berxwedana Serzorî. Hemûyan digotin, "Em ê biçin Serzorî, divê em alîkariyê bidin hevalan". Ji bo şervanên li herêmên cuda çeperên xwe neterikînin û neçin Serzorî, ji bo li çeperên xwe berxwedana xwe bidomînin, qenala bêtêlê hat guhertin.
Hemû şervanan anonsa "Em dikarin biçin, em dikarin ji nava dijmin xwe bigihînin Serzorî" û bi vî awayî dixwestin biçin alîkariyê. Ji xwe ji bo destekkirinê du komên cuda hatibûn şandin. Dema koma destpêkê ceriband lê bi ser neket, koma duyemîn ji aliyekî din hewl da xwe bigihîne. Ev kom jî bû hedefa êrîşa giran a çeteyên DAIŞ'ê û nekarîbûn zêde bi pêş ve biçe.
Komeke din jî hat amadekirin û fermana destekkirina şervanên Serzorî ji wan re hat dayîn. Berxwedêrên Serzorî yên bi vê hesiyan, bi rêya bêtêlê li dij derketin û gotin, "Bi hewldana alîkariyê, hevalan nexistin nava xeteriyê. Eger em karibin em ê bi xwe ji nava dorpêçiyê derkevin. Em ê ji bo vê yekê hewl bidin. Eger em nikaribin bi ser bixînin jî, komên din ji bo destekê neşînin Serzorî û hevalan nexin nava xeteriyê."
Dewam dikirin: "Em ji her alî ve hatine dorpêçkirin. Bi tank û panzeran dor li me girtine. Çekên wan ên giran hene, wan bi kar tînin. Em li qatê jor in, ew li qatê binê me ne."

BERSIVA LI BANGA TESLÎMIYETÊ: KOBANÊ TI CARÎ NAKEVE DESTÊ DAIŞ'Ê

Di vê kêliyê de çeteyên DAIŞ'ê ji bêtêlê dest bi anonsê kirin: "Em ê we nekujin, teslîm bibin!"

Şervanan bersiv dan: "DAIŞ çiqasî êrîş dike bila bike, çi dike bila bike wê ti carî nikaribe Kobanê bi dest bixe. DAIŞ wê ti carî li Kobanê bi ser nekeve. Ji ber ku em milîtanên partiya şehîdan e. Felsefeya me xeta Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em ê ti carî teslîmiyetê û bêqîmetiyê qebûl nekin."
Li pêşberî vê berxwedan û biryardariyê DAIŞ'ê êdî fêhm kiribû ku nikare bikeve hundirê avahiyê. Di heman demê de axaftina şervanan a bi rêya bêtêlê bi fermandaran re dewam dikir. Berxwedêrên Serzorî êdî nêzî şehadetê bûn. Gotinên wan ên dawî jî bi vî rengî bûn:

HEMAN BERIYA ŞEHADETÊ REXNEDAYÎNA XWE DAN

Yek ji şervanan wiha digot: Eger me dilê hin hevalan hiştibin, bila me efû bikin; bila li me helal bikin.

CIWAN: Ez yek bi yek hemû hevalên li tabûrê maçî dikim. Ji hevalên min re bêjin; min nekarî erkên xwe yên şoreşgerî bi têrkerî bi cih bînim. Weke şoreşgerekî, ji roja tevlî nava vê tevgerê bûme û heta niha, ji ber ku bi têrkerî min nekarî bibim bersiv ji pêdiviyên şoreşê re, lêborîna xwe dixwazim. Min gelekî dixwest bibim milîtanekî rasteqîn ê Rêber Apo. Mixabin min nekarî kesayetiya xwe bi têrkerî bikim ya partiyê. Lewma rexnedayîna xwe didim.

PEYMAN: Hevalno we ji me re gotibûn "Şoreşger bi rûkenî ber bi mirinê ve diçin. Em bi vê felsefeyê mezin bûn". We ev yek hînî me kirin. Em bi ti awayî bêhêvî nînin. Em şehîd bikevin jî em dizanin ku wê her tim hevalên me yên nû bên û çeka me rakin. Em ji vê piştrast in. Bi sedan, bi hezaran hevalên me hene. Em dizanin ku ew ê bidin ser şopa me û bi ti awayî rê nedin DAIŞ!

Ruhê gotinên dawî yên hemûyan yek bû. Mîna ku gotinên hev bilêv dikirin. Heta kêliya dawiyê, wasiyeta berxwedanê kirin.

Di berxwana Serzorî de 75 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin. DAIŞ jî matmayî bûbû. Difikirî bê çawa dikare dibistaneke li gundekî biçûk bi dest bixin. Şervan bi kleş û bîksiyekê, serê şexs bi 6 şarjoran li ber xwe didan. Tevî ku hemû derfetên xwe ewqas bû, şervanan DAIŞ tarûmar dikirin û rê nedidan DAIŞ'ê. Şervan ji şer qut nedibûn. Digotin, "Heta parçeyê dawî yê bedena xwe, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê vê derê biparêzin û rê nedin. Em bimirin jî em ê nehêlin ew kêfxweş bibin."

JI BER KU NIKARÎBÛN BERXWEDANÊ BIŞIKÎNIN, DIBISTAN ŞEWITANDIN

Ji êvara 15'ê Îlonê heta danê nîvro yê 16'ê Îlonê li ber xwe dan. Saet di 16:30 de çeteyên DAIŞ'ê fêhm kirin ku şervan teslîm nabin û heta ew teslîm nebin jî nikarin dibistanê kontrol bikin. Li ser vê yekê bi çekên giran êrîş kirin û agir berdan dibistanê. Fermandarên YPG/YPJ'ê, ji ber ku gundê Serzorî û dibistan li cihekî rast bû, her tişt didîtin. Tevî ku fermandaran hewl didan ji vir dest li rewşê werdin, ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê dûrî menzîlê bûn, nekarîbûn tiştekî bikin.
Hewşa dibistanê bi tank û panzeran girtibûn. DAIŞ'ê ji her derê ve gule berdida dibistanê. Tevî vê yekê jî nikarîbû bi ser şervanan ve diçe. Ji ber ku şervanan baş çeper girtibûn û bi çekên xwe jî gelekî bi lez bi kar danîn. Fermandaran bi rêya bêtêlê ji şervanan re digotin, heta êvarê li ber xwe bidin û şert û merc çi dibin bila bibin ew ê xwe bigihînin wan. Fermandaran amadekarî dikirin ku hema di cih de bikevin tevgerê û xwe bigihînin şervanan. Lê belê berî bibe êvar, saet di 16:30 de dibistan hat şewitandin. Tevî vê yekê şervanan heta kêliya dawî li ber xwe dan û di axaftinên xwe de jî nîşan didan bê çiqasî bi biryar in. Bi ti awayî ne ji mirinê teredût kirin ne jî tirsiyan. Êdî batariyayên wan li ber qedandinê bûn. Gotina dawî jî bi vî rengî bû: "Em deyndarê welatê xwe, deyndarê gelê xwe ne. Em deyndarê Berxwedana Kobanê ne!" Û deng ji cîhazê qut bû.
13 şervanên YPG/YPJ'ê Bawer Efrîn, Berçem Cûdî, Berfîn Çiya, Berxwedan Batman, Bira Perwer, Ciwan Heval, Gulîstan Qendîl, Hebûn Kobanê, Mizgîn Cûdî, Peyman Tolhildan, Rodî Efrîn, Rûstem Cudî û Serxwebûn Xerîb, roj û nîvekê berxwedaneke bi destanî nîşan dan û bûn lehengên destpêkê yên berxwedana Îlonê ya li Kobanê.

RUHÊ SERZORÎ LI HEMÛ ÇEPERAN E

"Rê nedin ku dijmin xwe bigihînin Kobanê"; ev wesiyeta şervanên Serzorî bû. Û ji vê kêliyê û pê ve hemû şervanên YPG/YPJ'ê bi vê wesiyetê heta kêliya dawî bi fedayî li ber xwe dan.
Êrîş roj bi roj zêde bûn. Berxwedana li dijî vê jî li hemû eniyan bi ruhê Serzorî mezin bû. Çiqas ji çeteyan dihat kuştin, hîn bêhtir endam û çekên giran dişandin û êrîş dikirin. Tevî berxwedana fedayî jî, ji ber bêderfetiya şervanan, çete ji sê eniyan ve bi pêş ve diçûn. Êdî li her gund, gir û çeperekê Kobanê çîrokeke lehengiyê rû dida. Di deh rojên destpêkê yên şer de şervanên YPG/YPJ'ê ji ber hejmara kêm a şervan û çekan, taktîka xwe vekişînê xistin meriyetê. Lewma çeteyên DAIŞ'ê êdî gelekî nêzî Kobanê bûbûn. Bi vê taktîkê re hat xwestin, sê eniyên berfireh li qadeke biçûk nêzî hev bikin û bi vî rengî li dora Kobanê xelekek parastinê ava bikin. Ji xwe ev bi ser ket. Li dora Kobanê berxwedaneke bi rojan dewam kir û bi dehan şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê tê de bûn fedayî, pêk hat.

SIBE: BERXWEDANA FEDAYÎ YA LI KOBANÊ MEZIN DIBE

...