Desteserkirina Şaredariyan li Wanê bi girseyî hat şermezarkirin

Desteserkirina Şaredariyan ji aliyê bi hezaran kesî ve li Wanê hat şermezarkirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li vir axivî û destnîşan kir, ku rabûna li ber AKP'ê hewldaneke rewa ye.

Li dijî desteserkirina 24 Şaredariyên DBP'yî, ku hikûmeta AKP'ê bi rêya qeyûman dest danîn ser, li Wanê bi hezaran kesî çalakiya rûniştinê pêk anîn. 

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç li vê derê daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê ya darbe li bajarên Kurdistanê kiriye, bêhiqûqî û wehşetek ji darbeya 12'ê Îlonê girantir, dike.

Sarisaç di dewama axaftina xwe de bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi rêya malbata xwe ragihand û diyar kir, ew xwedî li vê peyamê derdikevin. Sarisaç bi vî rengî dengê xwe li AKP'ê kir: "Bi talan, sirgûn û komkujiyan hûn nikaring elê Kurd tine bikin. Li ser bingeha welatîbûna wekhev a bi gelê Kurd re, bingeha aştiyeke bi rûmet dikare bê danîn." Sarisaç destnîşan kir, ku ew ê berxwedana xwe ya li dijî mêtîngeran bidomînin û serê xwe ti carî netewînin.

GUVEN: LI DIJÎ AKP'Ê, DAKETINA KOLANAN REWA YE

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî piştî daxuyaniyê axivî û nerazîbûn nîşanî polîsên dor li girseya gel girtin, da. Guven got, "Bêguman gelê me wê vê dorpêçiyê bişikîne. Yên dersê ji dema bihurî dernexînin, nikarin siberojê bibînin. Xuya ye van qet ders dernexistine. Bi zext û zordariyê, hûn nikarin serî li gelê Kurd bidin tewandin."

Guven da zanîn, ku hikûmeta AKP'ê bi rêya qeyûm darbeyê dike û got, "AKP'ê di şeva 15'ê Tîrmehê de li dijî hewldana darbeyê bang li gel kir ku biherike kolanan. Niha jî li dijî AKP'ê daketina kolanan mafekî rewa ye. Ji niha û pê ve em ê heta dawiyê, kolanan neterikînin. Gelê me wê destûrê nede vê darbeya qeyûm."

...