Çeteyên DAIŞ'ê gundên dagir kiribûn radestî artêşa Tirk û çeteyên wan kirin

Çeteyên DAIŞ'ê di nava du rojên dawî de xwe ji gundên Kurdan ên bi navê Kisacik, Karagoz, Tel Şehîr û gundên Tel Ar Rojhilat, Tel Ar Rojava, Qentera û Tat Hûmûs vekişandin û ev gund radestî artêşa Tirk û çeteyên Tirkan kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê di nava du rojên dawî de xwe ji gundên Kurdan ên bi navê Kisacik, Karagoz, Tel Şehîr û gundên Tel Ar Rojhilat, Tel Ar Rojava, Qentera û Tat Hûmûs vekişandin û ev gund radestî artêşa Tirk û çeteyên Tirkan kirin.

Her wiha tê gotin, çeteyên DAIŞ'ê hemû mayînên li van gundan bi cih kiribûn, yek bi yek rakirine û bi vî rengî gund teslîmî artêşa Tirk û çeteyên artêşa Tirk kirine.

Li aliyê din, çeteyên ku xwe ji van gundan vekişandine, li pêşberî gundên Um Ul Qura û Ul Hoş bi cih bûne, ku ev her du gund beriya niha bi demekê ji aliyê hêzên QSD'ê, Artêşa Şoreşgeran û Meclîsa Leşkerî ya Babê ve hatine rizgarkirin.

Ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî gundên Um Ul Qura û Ul Hoş, di navbera çeteyan û hêzên QSD, Artêşa Şoreşgeran û Meclîsa Leşkerî ya Babê de şer diqewime.