Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê KCK'ê Şikakî diyar kir, dewlet di pergalên perwerdehiyê de hedef dikin ku, "civakê bipirnisînin, ji dewlet û malbatên desthilatdaran re xizmetkaran bafirîne." Şikakî wiha got, ''Divê dibistan weke mekanê ku jiyan ji nû ve lê tê avakirin, weke mekanê ku jiyana civakî were qebûlkirin (..) Civak divê heqê perwerdehiya xwe ya civakê ji destê otorîteyên desthilatdar derxîne, bixe destê xwe û di rêya azadiyê ji bo pêkanîna edelaya civakî û siyasî pêk bîne.''
Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya KCK'ê Harûn Şikakî ji ANF'ê re ragihand bê ka divê pergala perwerdehiyê çawa û sîstema perwerdehiya demokratîk çawa be.
Harûn Şikakî diyar kir, divê armanca perwerdeya civakî exlaqî û polîtîk be û got, "Mirov divê wiha were gihandin ku der barê xwe û civakê de bibin xwedî îdîayan. Divê armanca sereke ya perwerdeyê be ku mirov ji jiyana civakî re werin amadekirin, weke mirovê azad û xwedî vîn werin û xwedî berpirsyariyên însanî werin gihandin."
Şikakî wiha domand, "Ji ber ku mekanê perwerdehiyê dibistan in, dikare were gotin ku dibistan hînî însanan dikin bê ka divê mirov çi zanibe, çi bike, divê bibin çi û bi çi re têkildar bin. Lê divê were zanîn ku dibistana herî mezin civak e. Bêguman formeke girîng e ku bi awayekî sîstematîk dibistan ava bibin. Lê dibistana esasî ya ku karekterê bi mirov re çêdike civak e, malbat û derdor e."
Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya KCK'ê Şikakî diyar kir nêzîkatiyeke demokratîk divê hem pêwendî û hewcebûna xwendekar têxe navenda xwe û her wiha divê rêbaz, teşe û pêvajoyên perwerdehiyê û hîndekariyê jî bixe navend. Şikakî da zanîn, ku di sîstema perwerdehiyê ya demokratîk de nêzîkatiyên ku tenê hînbûnê dixin navendê zêde nayên ecibandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di nav taybetmendiyên hevpar ên dibistana demokratîk de ev hene; divê di hemû pêvajoya hînbûnê de hemû verastkirinên di nav dibistanê de li gorî pêwendî û hewcebûna xwendekar mirov tevbigere, divê derdoreke pola hevkar ava bibe ku bikaribin raman bi azadî lê têne parvekirin, divê were armanckirin ku xwendekar bikaribe tevlî hercure çalakiyê bibe û bi awayekî çalak tevlê bibe, pêşketina takekesî were hedefgirtin."
Şikakî bi berdewamî diyar kir, bêyî hebûna demokrasiyê civaka demokratîk nikare were sêwirandin û bêyî hebûna civaka demokratîk jî demokrasî bi pêş nakeve; "Demokrasî têgîneke exleaqî ye ku dibêje mirov çawa dikare bi hev re bijî. Civaka demokratîk ji hêla hêza hevpar a biryar û vizyonê ve tê birêvebirin ku têkildarî a rast û a guncan in. Parastina demokrasiyê bi tevlêbûna bibandor, nîqaş, biryargirtin û ramana azad û parastina ramanê pêk tê. Dibistana demokratîk mekanê nîqaşa demokratîk û biryargirtina hevpar e. Di dibistana demokratîk de ramana ku para herkesî di pêvajoyê polîtîk de heye, xwe dispêrê wê fikrê ku dibistana demokratîk divê li ser hîmê xwe were rûniştandin."
Endamê Komîteya Perwerdehiyê Şikakî got, "Pergala perwerde-dibistanê ya Neteweya Demokratîk dema ku însanan amade dike ji bo tevlî jiyana civakî bibin, divê bide nîşandan bê ka kapasîteya domdarkirina jiyanê divê çawa be û pîvanên jiyana demokratîk jî bi pêş bixîne. Xwendekar, guman jê nîn e ku li dibistanê wê fikr û tecrûbeyên nû hîn bibe û ji bo jiyana siberojê amade bibe."