Pencewînî: Krîza li Başûr encama şerê li ser berjewendiyan e

Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mûhammed Emîn Pencewînî da xuyakirin, ku krîza li Başûrê Kurdistanê ji ber şerê desthilatdariyê û serdestiya li ser çavkaniyên hatineyan, rû daye.

Pencewînî da xuyakirin, ku bi nêzîkatiyên heyî gelekî zehmet e krîza bê çareserkirin û got, "Hemû partî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Lê di nava van partiyan de nakokî hene û car carna dewletên Tirk û Îranê van nakokiyan tev didin."

'SEDEMA KRÎZÊ ÎDEOLOJÎK NÎNE'

Pencewînî diyar kir, nabe ku sedemên krîzê bi nakokiyên îdeolojîk bên vegotin û got, "Nakokî bi giranî di navbera PDK û YNK'ê de hene. Berê jî rewş bi heman rengî bû. Hin ji pirsgirêkê îro yên li nava YNK'ê rû didin jî ji ber vê yekê ne. Gelekî zehmet e ku mirov krîza li Başûr ji bilî vê rastiyê bi tiştekî din vebêjin. Di navbera van partiyan de nakokî û şerekî îdeolojîk nîne. Ji ber ku ji hev zêde ne cuda ne."

'TIRKIYE Û ÎRAN NAKOKIYAN TEV DIDIN'

Pencewînî bal kişand ser bandora dewletên Tirk û Îranê ya li ser rûdana krîzê û ev tespît kir: "Dewletên Tirkiye û Îranê car carna van nakokiyan tev didin, sor dikin. Tirkiye hewl dide bi rêya PDK'ê, Îran jî bi rêya YNK'ê li herêma Kurdistanê serwer bin. Ev hevrikiya navbera wan, li Başûrê Kurdistanê jî krîzên bi vî rengî derdixîne. Ji ber ku ew dixwazin rewş bi vî rengî dewam bike, ev krîz ji holê ranabe."

'PERSPEKTÎFA ÇARESERIYÊ YA PARTIYAN NÎNE'

Pencewînî anî ziman, partiyên din ên li nava hikûmetê jî ji aliyê çareseriyê ve hêz û perspektîfa xwe nînin û got, "Mînak; Tevgera Goran nikare bibe hêzeke bingehîn a veguherînê. Perspektîfeke xwe ya bi vî rengî nîne. Dema nû ava bû, di nava jin û ciwanan de hêviyek bi vî rengî afirand, lê belê ji ber ku vîzyona xwe nikarîbû vê hêviyê pêk bîne, nekir. Ne bawerim ji niha û pê ve jî bi cih bîne. Komên Îslamî eger li hev bicivin dikarin hinekî bandorê bikin. Lê belê eger ev kom jî li hev bicivin wê hin nakokiyên îdeolojîk di navbera wan de derkeve û ne diyar e ku çiqasî bandorê li rakirina krîzê bikin."

Pencewînî daxuyaniyên 4 partiyan, ku PDK di nava wan de nîne û ragihandin ku ew ê piştî cejnê li hev bicivin nirxand û got, civînên bi vî rengî gelekî hatin kirin, çareserî ji wan nehatin û ne bawer e ku ji niha û pê ve jî çareseriyê bafirînin.

Pencewînî ragihand, alî berjewendiyên xwe yên aboriyê esas digirin û bi vî rengî nêzî pirsgirêkê dibin û got, "Herêma YNK'ê dixwaze petrolê bifiroşe Îranê. PDK û DYA vê naxwazin û li dij derdikevin. Piştre Nêçirvan Barzanî diçe Bexdayê û li ser lihevkirina firotina petrolê ji bo derve û nîv nîv parvekirina hatineyên petrolê, li hev dike. Aliyê YNK'ê jî vê qebûl nake. Ev hemû nakokiyên ku ew li ser li hev nakin e. Gelek nakokiyên din ên bi vî rengî hene."

'REXNEYÊN LI PDK'Ê RAST IN, LÊ REXNE JÎ TÊRA ÇARESERIYÊ NAKIN'

Pencewînî destnîşan kir ku rexneyên dibêjin 'PDK'ê dest daniye ser her tiştî' rast in û di heman demê de partiyên din rexne kir ku li pêşberî vê yekê nikarin bibin hêza çareseriyê.

 

...