DAIŞ’ê êrîşî pêşmergeyan kir: 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da

Çeteyên DAIŞ’ê li Xazir û Başîka êrîşî çeperên pêşmergeyan kirin. Di êrîşê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 7 pêşmerge jî birîndar bûn.

Îro serê sibê çeteyên DAIŞ’ê li herêma Xazir û Başîka ya Mûsilê bi çekên giran çeperên pêşmergeyan topbaran kir. Di daxuyaniya têkildarî êrîşê hate kirin de hate diyarkirin ku 3 pêşemegeyan jiyana xwe ji dest dane, 7 pêşmerge jî birîndar bûne.

Têkildarî êrîşê Berpirsê Buroya YNK’ê Şaxa Mûsilê Xeyas Sûrçî ji Anasa Nûçeya ya Rojnewsê re axivî diyar kir ku hê jî şer dewam dike, Hêzên pêşmerge bersiva êrîşa çeteyan da û êrîş şikandin.

Xeyas Sûrçî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê hê jî çayayê Başîka bombe dike, di encama şer de gelek çete hatine kuştin. Her wiha çeteyekî xwekuj xwe di nava sengerek pêşmergeyên li Xazir de teqandiye. Di vê êrîşê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 7 pêşmerge jî birîndar bûne.

Çeteyan îro serê sibê seat 05:00’an her wiha êrîşî sengerên pêşmergeyan li herêma Giwêrê ya Mexmûrê jî kirin lê êrîşa wan hat şikandin.