Rêxistina Bese ji Gendeliyê re: Divê civîn li gel vekirî be
Rêxistina Bese ji Gendeliyê re xwest, civîna navbera partiyên siyasî û hikûmetê bi rengekî ji raya giştî re vekirî, bê lidarxistin.
Rêxistina Bese ji Gendeliyê re xwest, civîna navbera partiyên siyasî û hikûmetê bi rengekî ji raya giştî re vekirî, bê lidarxistin.
Piştî ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî kir ji bo civîneke berfireh lidar bixin, Rêxistina Bese ji Gendeliyê re (Stop Organîzatîon For Antî Corrûptîon) daxuyaniyek weşand û got, "Divê civîna partiyên hevparê hikûmetê, li raya giştî vekirî be."
Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin, ne tenê partiyên siyasî, nûnerên kom û rêxistinên mûxalîf jî tevlî bibin.