Gerîlaya YJA Starê Aygun ber bi bêdawîtiyê hate birêkirin
Sadiye Aygun a ku bi hevalake xwe re li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Nisêbînê ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin.
Sadiye Aygun a ku bi hevalake xwe re li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Nisêbînê ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin.
Nasnameya ji du jinên ku 12’ê Îlonê li gundikê Nîhala Koça ya girêdayî gundê Ribehiyê ya navçeya Silopiyaya Şirnexê ji hêla leşkerên Tirk hatin înfazkirin û hate ragihandin ku gerîlayên YJA Starê ne, yekê hate diyarkirin. Malbatê cenazeyê Sadiye Akgun (Marya Ûmût) a li Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê teşxîs kir. Malbatê cenaze wergirt û anî Nisêbînê.
Ji bo Akgun li Goristana Morîs merasîmek hate lidarxistin. Cenazeyê Sadiye Akgun bi tevlîbûna gel ve piştî merasîmê bi dirûşmeyan hate veşartin.
Hate ragihandin ku wê sersaxî li Stenbolê bêne qebûlkirin.