Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser encamên operasyona li Şemzînanê, ku artêşa Tirk di 14'ê Îlonê de da destpêkirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 14'ê Îlonê, piştî ku li bajarokên Şapatan, Soranser û Serero yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji bo 3 rojan derketina derve hat qedexekirin, artêşa Tirk bi 8000 leşkeran dest bi operasyonê kir. Roja 15'ê Îlonê saet di 20:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra li qadên Geliyê Xumarov, Geliyê Tuyê, Şikeftanê û Ahmedbendê xistin. Piştî vê êrîşê, saet di 21:00 de 10 helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn van herêman.
16'ê Îlonê saet di navbera 06:00-06:30 de hêzên me li girên Tisê, Mirava û Soranserê, li dijî leşkerên artêşa TC ên di nava tevgerê de bûn, çalakiyên sabotajê pêk anîn. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Roja 17'ê Îlonê li Dola Apociyan a li Şapatanê, li dijî leşkerên ku hewl didan dorê li hêzên me bigirin, çalakiyek hat lidarxistin. Hêzên me xwe berdan nava leşkeran û derbên xurt li yekîneyên dijmin xistin. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn zelal nebû.
17'ê Îlonê, komek ji leşkeran tevî maşînên zirxî hewl dan bikevin nava geliyê Tisê. Li ser vê yekê, gerîlayên me ji 4 aliyan ve dor li leşkeran girtin û derbên xurt li wan dan. Baskê yekemîn li leşkerên ku koordîndeya operasyonê jî di nav de bû xist. Li vir 5 leşker hatin kuştin. Baskên din ên çalakiyê jî maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder û leşkerên din hedef girtin. Di encamê de derb li maşîna zirxî hat xistin; 2 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mayî jî xwe ji herêmê vekişandin.
Ji kêliya destpêkirina operasyonê û heta roja îro, artêşa TC bi obus, hawan û tankan herêmê bombe dike. Roja 18'ê Îlonê beşek ji hêzên operasyonê xwe vekişandine. Hêzên me li vê qada operasyonê dest danîn ser 500 fîşekên çeka M16, 3 şarjorên wê, bêtêleke biçûk, guleyek bombeavêjê û hin kel û melên leşkerî. Di şerê vê operasyonê de 2 gerîlayên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin."