Awazên Çiya li Rojava konser da
Koma muzîkê ya Awazên Çiya, piştî Şengalê derbasî Rojava bû, ji bo hêzên YPG,YPJ, Asayîz û Erka Xweparastinê konserek da.
Koma muzîkê ya Awazên Çiya, piştî Şengalê derbasî Rojava bû, ji bo hêzên YPG,YPJ, Asayîz û Erka Xweparastinê konserek da.
Koma Muzîkê ya Awazên Çiya ya ku ev nêzî mehê bû li cihên ku hêzên berxwedanê yên Şengal û Gelê Êzîdir lê dijiyan tûrne li dar dixistin, derbasî Rojava bûn li Kantona Cizîrê ji bo hêzên YPG, YPJ, Asayîş û Erka Xweparastinê re konser dan. Piştî deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdên Şoreşê û şûn de kom bi gotinên: “Ji çiyayên berxwedêr me silav ji bo we anîne” derketin ser dike. Koma bi tilîlî û dirûşma “ Bijî Serok Apo” ve hatin pêşwazîkirin. Endamên Koma Awazên Çiya diyar kirin ku armanca wan ji bo piştgiriyê bidin eniyên şoreş û berxwedanê û morale bidin berxwedana Rojava. Endamên Komê destnîşan kirin ku wê bi gel re bicive û biçin ziyareta hêzên Erka Xweparastinê û konseran bidin. Komê bi zimanê Kurdî-Erebî xîtabî girseyê kir, diyar kirin ku li Şoreşa Rojava li çiya bi kelecan û birûmet tê dîtin, têkoşîna li dijî çetayan nirxên mirovahiyê bilind dike, bûye çavkaniya hêviya gelan.
Konsera ku bi sedana hêzên YPG,YPS, Asayîş û Erka Xweparastinê ku temaşe dikirin, Awazên Çiya bi zaravayên Kurmancî, Hewremanî û Zazakî û Erebî helbes strandin. Li qada konserê tim dirûşmên mîna “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em li gel te ne Ey Serok” berz bûn.
Herî dawî li gel helbestên Koma Muzîkê ya Awazên Çiya govend hate gerandin.