Şandeya DYA'yê hat Başûrê Kurdistanê
Şandeya DYA ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blînken gihîşt Başûrê Kurdistanê.
Şandeya DYA ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blînken gihîşt Başûrê Kurdistanê.
Şandeya ku nûnerê taybet ê Serokê DYA Barack Obama, Bret McGûrk jî di nav de ye hat Hewlêrê. Di nava şandeyê de Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê ji Karên Rojhilata Navîn Berpirsyar Joseph Pennîngton, Sefîrê Bilind ê DYA yê li Bexdayê Doûglas Selman û Fermandarê Hêzên Koalîsyonê Stephen Townsend jî hene.
Hat ragihandin, heyeta DYA'yî wê bi Mesûd Barzanî û rayedarên PDK'ê re hevdîtinê bike.
Tê gotin ku wê di civînê de şerê li dijî DAIŞê û pirsa kontrolkirina Mûsilê û rola Pêşmergeyan bên gotûbejkirin.