Fermandariya HPG'ê ya Zagrosê milîs Mam Reşît Kînyaniş bibîr anî

Fermandariya HPG'ê ya Zagrosê got, "Di êrîşa artêşa Tirk a li gundê Kînyaniş a herêma Ertûşê de, welatparêzê me yê hêja Mam Reşît (Reşît Arar) tevlî karwanê şehîdan bûye."

Fermandariya HPG'ê ya Zagrosê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a liherêma Ertûşê de welatparêzê Kurd Mam Reşît Kînyaniş ku di heman demê de milîs bû, jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariyê diyar kir, dijminatiya Erdogan û klîka faşîz a li dijî gelê Kurdistanê, di dema dawî de gihîştiye asta herî şoven, neteweperest û bêperwa û wiha dewam kir: "Hevkariya AKP/Erdogan û DAIŞ'ê ku nikarin xwe li serketinên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê rabigirin, bi her awayî êrîşên xwe yên qirêj zêde kiriye. Sekna bi biryar a gelê me ku li dijî vê yekê li her qadê li ber xwe dide, pêngava serketî ya hêzên me yên gerîla di pûçkirina van polîtîkayan de roleke girîng lîstine.

Tevî ku medya şer a taybet mîna ku di operasyona 30'ê Tebaxê ya li herêma Ertûşê ya Çelê de serketin bi dest xistine propagandayê dike jî, artêşa Tirk ji berxwedanê derbên giran xwariye û têk çûye.

Di şexsê hevrê Çîçek û Merwan de li dijî vê operasyonê lehengiyeke mezin hatiye nîşandan û planên hikûmeta AKP'ê di ber de man e.

Di êrîşa artêşa Tirk a li dijî gundê Kînyaniş ê herêma Ertûşê de, welatparêzê me yê hêja Mam Reşît (Reşît Arar) tevlî karwanê şehîdan bû. Ji ber polîtîkayên koçberkirinê yên zîhniyeta qirkirinê, li Kampa Rustem Cûdî bi cih bû û jiyana xwe li dora têkoşîna azadiyê domand. Mam reşît tevî malbata xwe bi çanda berxwedanê di nava şert û mercên dijwar de jiyana xwe dewam kir û dema derfeteke biçûk jî didît, yekser dilsoziya xwe ya bi axa xwe re nîşan da û berê xwe da axa lê ji dayik bû û mezin bû. Wî gav bi gav bi Zagrosê dizanîbû û hezkirina xwe ya ji bo vir veguherandibû şefqetê. Ji ber vê yekê, cihê gerîla yê di dilê wî de gelekî kûr û watedar bû. Car carna li Zagrosan ma û bi sekna xwe ya kedkar, carna mîna fermandarekî gerîla tevgeriya, xwedî li hevrêyên xwe derket û taybetmendiyên gerîlatiya Zagrosan dida fêhmkirin.

Mam Reşît bi kedeke mezin dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û şehîdên têkoşîna azadiyê re nîşan da. Em Mam Reşît bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê hesreta malbata wî ya hêja û gelê xwe, bi pêkanîna azadiyê û bi têkoşîna xurt a li dijî faşîzmê bi cih bînin. Malbata Arar a hêja û gelê me wê di asta herî bilind de xwedî li rê û bîranîna Mam Reşît derkevin."

...