Cenazeyê şervanê YPG'ê Sorxwîn şandin Başûrê Kurdistanê
Bi sedan kesî cenazeyê şervanê YPG'ê Erdal Sorxwîn ê li Silûkê jiyana xwe ji dest da, di Deriyê Sînor ê Sêmalka re şandin Başûrê Kurdistanê.
Bi sedan kesî cenazeyê şervanê YPG'ê Erdal Sorxwîn ê li Silûkê jiyana xwe ji dest da, di Deriyê Sînor ê Sêmalka re şandin Başûrê Kurdistanê.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Erdal Sorxwîn (Singir Ebdulhekîm) ê li Silûkê jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Dêrikê hat wergirtin. Girseya gel bi konvoyekê cenaze bir Deriyê Sînor ê Sêmalka.
Beriya cenaze di deriyê sînor re derbasî Başûrê Kurdistanê were kirin, li Deriyê Sînor ê Sêmalka merasîmek hat lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Heyfa Erebo û endama Dîwana Meclîsa Qanûndanînê Perwîn Mihemed jî li merasîmê amade bûn.
Li dû merasîma leşkerî ji fermandarên YPG/YPJ'ê Roza Dêrik axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û soz da ku ew ê şopdara rêya têkoşer be.
Heyfa Erebo jî sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û got ku ciwanên Kurdistanê sînorê ku PDKꞌê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de danîne rakirine.
Heyfa Erebo siyaseta PDKꞌê li hember şehîdên Rojava rexne kir û wiha axivî: "Şehîd xeta me ya sor in. Kesên ku destdirêjiya cenazeyên şehîdên me bikin, wê bên cezakirin." Her wiha bang li hêzên Kurd kir ku demildest kongreya neteweyî lidar bixin.
Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat eşkerekirin û piştre cenaze derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin. Cenaze wê li Kerkûkê bê veşartin.