Serçeteyê berpirsê deriyê sînor ê Cerablûsê hate kuştin
Çeteyên ku dewleta Tirk/AKP destekê dide wan, li Cerablûsê ketin qirika hev, hate ragihandin ku Serçeteyê berpirsê deriyê sînor ê Cerablûsê hate kuştin.
Çeteyên ku dewleta Tirk/AKP destekê dide wan, li Cerablûsê ketin qirika hev, hate ragihandin ku Serçeteyê berpirsê deriyê sînor ê Cerablûsê hate kuştin.
Li gor nûçeya ANHA’yê, Berpirsê Ewlehiyê yê Deriyê Sînorê Osman Salîh ku mabeyna Cerablûs-Karkamiş e, hate kuştin.
Hate diyarkirin ku beriya niha jî navbera komên çete yên dewleta Tirk/AKP’e piştgiriyê didinê şer derketibû, hate destnîşankirin ku şer bi taybet navbera komên Ereb û Tirkmen ên şandine herêmê bi dijwarî didome.