'Xeteriya li ser Rêber Apo xeteriya li ser her kesî ye'
Gerîlayan gotin, ev nêzîkatiya li hemberî Ocalan tê nîşandan, ti carî ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û destnîşan kirin, ku ji bo azadiya Rêberê xwe ew ê heta dawiyê têbikoşin.
Gerîlayan gotin, ev nêzîkatiya li hemberî Ocalan tê nîşandan, ti carî ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û destnîşan kirin, ku ji bo azadiya Rêberê xwe ew ê heta dawiyê têbikoşin.
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan gotin, ev nêzîkatiya li hemberî Ocalan tê nîşandan, ti carî ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û destnîşan kirin, ku ji bo azadiya Rêberê xwe ew ê heta dawiyê têbikoşin.
Ji gerîlayan Serxwebûn Çiya got; "tecrîda li ser Serokatî ne ku di 5’ê Nîsana 2015’an de dest pê kiriye. Ji despêka komploya navneteweyî ya sala 1998’an heta roja îro mirov dikare binirxîne. Taybet sala 1999’an bi dîl girtina Serokatî ve tecrîd gihişte lûtkeyê." Di berdewamiya axaftinê xwe de gerîla Çiya wiha dibêje; "Hevdîtinên ku bi Rêber Apo re dihatin kirin, di 5’ê nîsana 2015’an de bi carekê re hatin qutkirin û ne malbat, ne parêzer, ne jî kesên serbixwe nehiştin bi Serokatî re hevdîtin pêk bînin. Piştî wê bi temamî agahiya Rêber Apo bi derve re hat qutkirin . Ev tecrîd her çû hate kûrkirin. Taybet piştî derbeyê û herwiha li gor agahiyan ku derket holê şer li Îmrali qewimiye, ev rewş teqez ji aliyê me ve nayê qebûl kirin.
Çalakiyên ku ji bo Seroka Apo li welat û derveyê welat têne kirin em bi dil û can van çalakiyan silav dikin, taybet ên li Rojava, Başûr tên lidarxistin pir watedar in û em wan bi hurmet slav dikin. Bila tevahî hêzên navneteweyî bizanibin ku Rêber Apo ne şexsek tenê ye. Rêber Apo, rêberê hemû gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê bûye mîrasek, nirx, hebûn û jiyan. Ev tecrîda ku heta vê saetê berdewam dike, bila bizanibin ku wê tu car neyê qebûlkirin. Hemû kesên azadîxwez wê bibin fedayê Rêber Apo. Hebûna me bi Rêber Apo dest pê kir û jiyana me jî wê bi Rêber Apo re berdewam bike. Bê Rêber Apo em tu jiyanê qebûl nakin û tu wateyê nadin wê jiyanê. Erdogan pêwîste bizanibe ku ger Rêber Apo nebe wê Erdogan nebe. Ger ku îro tenduristiya Rêber Apo di xeteriyê de ye ev tê vê wateyê ku tenduristiya tevahî gelên aştîxwaz di metirsiyê de ye. Ji bo vê jî heya dilopek xwîna me hebe em ê bikevin xizmeta azadiyê, di despêkê azadiya Rêber Apo û azadiya tevahî gelên li Rojhilata Navîn.
Xizmetên ku Rêber Apo ji bo azadî û aşitiyê dike heta niha tu kesî bi qasî Rêbertî wate nedayê. Ji bo vê jî Rêber Apo niha di bin tecrîda herî girankirî de ye. Heta em dikarin bêjin ku tecrîd jî derbas kiriye. Sebra ku îro Rêber Apo dide nîşandan ji bo mirovahiyê ye.
Ne tenê Gelê Kurd, îro hemû gelên bindest yên li Rojhilata Navîn dijîn Rêber Apo ji bo xwe wek hebûn û jiyan dibînin."
Di dawiya axatinên xwe de Serxwebûn Çiya çalakiyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd têne lidarxistin silav kir û bang li hemû ciwanan kir ku li Rêberê gelê kurd xwedî derbikevin. Çiya axatinên xwe wiha bi dawî kir; “Meş û mitîng heta astekî dibe, lê têrê nake. Taybet em bang li ciwanên li Kurdistanên dikin, ne tenê ciwanên Kurd ciwanên Ereb yên Xirîstiyan her wiha çi netewê dibe bila bibe pêwîste xwedî li felsefeya Rêber Apo, tendiristî û ewlekariya wî derbikeve. Bibin bersiv ji bo Rêber Apo.
'ME BI CIWANTÎ DESTPÊ KIR, EM Ê BI CIWANTÎ BI SER BIKEVIN'
Çawa ku Rêber Apo dibêje; 'e bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin.' Ji bo wî jî em dibêjin; 'azadiya me bi azadiya Rêber Apo wê pêk were.' Bê Rêber Apo jî em ti wateyê nadin vê jiyana ku îro dijmin dixwaze li ser me ferz bike.
Ewqas êriş, talan, qetlîam têra Erdogan nakin ku îro jî dixwaze dest bide ser şaredariyên vîna Gelê Kurd. Hewl dide ku careke din bi rê û rêbazên cuntaya faşîst ên ku ji berê hê xirabtir, herkesî li pêşiya xwe bide aliyekî û herkesî ji xwe re dike hedef. An tu yê li gor Erdogan bibî an jî tu yê nemînî. Bila herkes bizanibe ku em ê ne li gor Erdogan, em ê li gor felsefe û xeta Rêber Apo jiyan bijîn. Ji bo ku em bikaribin Rêber Apo ji gireva Îmraliyê derbixînin, pêwîste her kes çi ji dest wan tê bikin. Dijmin dixwaze hê bêtir tecrîdê li ser Rêber Apo girantir bike, ji ber vê jî em ê jî heya dawiyê li hember vê bisekinin û xwedî li bîr-bawerî û xeta Rêber Apo derbikevin.”
EGÎD GABAR: RÊBERTÎ JI BO ME XETA SOR E
Gerîla Egîd Gabar jî di axaftinên xwe got ku pêwîste gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistan û derveyê welat xwedî li Rêberê gelê kur derbikevin û Gabar wiha dibêje; “Di serî de tercîta li ser Rêbertîya me ku demek direjê tê domandin, her çi qas navê xwe tecrîd be jî lê tecrîdê zedetir heta mirov dikarê bêje êşkence ye. Rêbertiya me ji bo me xeta sor e. Eger li ser Rêbertiya me,van rêbazan didin meşandin, divê em bizanin ku li ser me didin meşandin û dixwazin me bêdeng bikin. Dewlêta Tirk hemû ji dewletan hêz digire. Ji bo vê jî dest dirêjiyê li ser gelê me û ser nirxê me dike. Dest davêje şehîdê me, goristanên şehîdên me, pêwîste gelê me vana baş bibînê. Gerek ev baş bê zanîn ger ku li ser Rêbertiya me tiştek kirin, ger em bêdeng bimînîn, wê tiştên dîtir jî bikin. Pêwîste em vana qebûl nekin. Vê ji wan re nehêlin. Divê herkes bizanibe ku şehîdên me, Rêbertiya me nirxên me ne. Li ku derê dibe bila bibe pêwîste gelê me tevlê vê pêngavê bibe. Pêwîste ev pêngav bi encam bibe. Ji ber ku ev pêngav ji bo Rêbertî hatiye destpêkirin. Taybet li herçar perçeyên Kurdistanê û derveyê welat û tevahî cîhanê tevlê vê pêngavê bibin, kurd vê rewşê qebûl nekin. Gel dibe, gerîla dibe li her qadê pêwîste her kesek li xwedî helwestekî bibe. Tişta ku îro ji me tê xwestin em li xwedî Rêbertiya xwe derbikevin.”
TÎRÊJ BERFÎN: BILA HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE BIDE
Ji gerîlayan Tirêj Berfîn jî tîne ziman ku ew dewleta Tirk rewşa Rêberê gelê kurd li hember Kurdan wek tehdît bi kar tîne. Tirêj Berfîn wîha dibêje; "Pêwîste ku ev dewlet û hikûmet nêzîkatiyên xwe li hember Rêbertiya me ku raber dike biguhirîne. Ger naxwazin ku Tirkiye perçe bibe, ger naxwazin ku tirkiye qeyran li Tirkiyê berdewam bike û nebe mihtacê dargirkeran ji bo vê jî pêwîste gav bavêje û tecrîda li ser rêbertiya me rabike."
Di berdewamiya axaftinên xwe de Tirêj Berfîn bal dikişîne ser xeteriyên ku ger tecrîd bi vî awayî berdewam bike wê li tirkiyê û heremê de metirsiyên çawa bên jiyan kirin.
Herî dawiyê Gerîla Tirêj Berfîn bang li hemû gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dike ku li hember vê tecrîdê têbikoşin û bibin xwedî helwest.