Bahadir Altan: Ev 35 sal in dewlet heman şaşitiyê dubare dike

Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan diyar kir, berê tivingên bi bacên gelê Kurd hatine kirîn bi salan e li gelê Kurd e û got, "Ev 35 sal in dewlet heman şaşitiyê dike." Altan xwest, mirovên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, edî vê rastiyê bibînin.

Endamên Bloka Aştiyê, ku ji bo destekê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ji Stenbolê hatin Amedê, ji ajansa me re axivîn.

HER KES LÊ DINÊRE, LÊ HEMAN TIŞTÎ NABÎNE

Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan da xuyakirin, ku wan 321 rojan li Kadikoyê nobeda aştiyê girtin û dîtin, ku mirovên li Tirkiyeyê haya xwe ji rewşa li Kurdistanê nîne û ji ber zexta giran a medyayê, ji rastiyan gelekî dûr in. Altan diyar kir, wan rûyê gemarî yê şer û komkujî vegotine û got, "Me dît; mirovên li wê derê li heman tiştî binêrin jî heman tiştî nabînin. Weke Bloka Aştiyê, eger bi qasî serê derziyê feyda me li aştiyê bibe, em ê wê bikin."

BEZVANÊN AŞTIYÊ

Altan destnîşan kir, ku heta muzakere nebe, çareserî nebe wê aştî jî neyê û got, "Yek ji aliyan lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Lê Ocalan di nava tecrîdeke giran de tê girtin. Bi ya me, diyaloga bi Ocalan re wê gava destpêkê ji bo aştiyê be. Lewma em vê çalakiyê gelekî girîng dibînin. Em vê koma ji 50 kesî weke bezvanên 100 metreyên aştiyê dibînin. Mîna bezvanên sed metreyên destpêkê yên aştiyê ne. Serokwezîr bi gotina 'çareserî mareserî nîne' dixwaze bêje 'wê xwîn birije'. Lê çareserî mareserî heye. Ji bo gotin destpê bike, divê diyalog destpê bike. Diyalg jî di navbera aliyan de dibe. Aştî di navbera dijminan de dibe. Em ê heta dawiyê bêjin çareserî. Em heta dawiyê destekê didin berxwedana greva birçîbûnê ku îro di roja 7. de ye."

ŞAGIRTÊ MIN LI BER MIN RABÛ

Altan diyar kir ew pîlotê şer e, bi salan e mamostetiya pîlotê şer dike û anî ziman, ku heta sala 1990'î ew li Meletiyê xebitî û di sala 1992'an de teqawît bû. Altan da xuyakirin, ku dema wî mamostetî dikir, şevekî şagirtekî wî bi rêya telefonê lê geriya, ew hişyar kir û pirsa "Tu çima van hînî min dike" lê kiriye. Altan got, "Şagirtê min li ber min rabû. Pêwîste yên li vê herêmê wezîfeyê dikin, yên leşkeriyê dikin vê bibînin. Pîlot bi vî rengî tên pênasekirin; 'mîna tîra kevana wê hatiye vezelandin e. Fermandar ku derê nîşan bide, wê li wir bide'. Lê ev ne rast e. Eger fermandar berê tîrê bide gelê xwe, hingî mafê wan heye ku li gelê xwe nedin. Mirovên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn di 15'ê Tîrmehê de ev yek rojekê dît. Lê mirovên li vê derê, vê rewşê her roj dibînin û dijîn."

PÊWÎSTE MIROVÊN LI ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ ÊDÎ RASTIYÊ BIBÎNIN

Altan da xuyakirin, ku ew li nava Sûrê geriya, çûye cem Minareya Çar Ling û li vir dîtiye berê tivingên bi bacên gelê Kurd hatine kirîn, her tim li vî gelî bi xwe ne. Altan destnîşan kir, ku divê mirovên li rojavayê welêt dijîn êdî vê rastiyê bibînin û zanibin, ku rastiya li vê derê, ne mîna ku tê nîşandan e. Altan got, "Ev 35 sal in dewlet heman şaşitiyê dubare dike û bi vê şaşitiyê gihîştiye vê rojê. Li vê derê dikarin çareseriyê bibînin. Daxwaza çareseriyê têra dîtina rêya çareseriyê dike."

RÊYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE

Endama Koordînasyona Bloka Aştiyê Ayşe Başar da xuyakirin, ku pirsgirêka Kurd mîna birînekê vedibe û li her derê der dibe. Başar diar kir, divê şer tavilê bê qedandin û pêşî li çareseriyê were vekirin. Ayşa Başar destnîşan kir, ku rêya vê jî li Îmraliyê ye û got, "Ez hatim vê derê ji bo bibim parçeyek ji berxwedanê. Em mirinê naxwazin jiyanê dixwazin, em şer naxwazin aştiyê dixwazin."