Siyasetmedarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê M. Emîn Pencewînî ji ANF'ê re axivî û têkildarî tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î got, "Erdogan bi qeyûman re şerê li dijî civaka Kurd derxistiye asteke nû. Ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Divê gelê Kurd şaredariyên xwe teslîmî faşîzma Erdogan neke. Li dijî vê yekê pêwîste li her cihî li ber xwe bide."
'XWEDÎDERKETINA LI ŞAREDARIYAN NE TENÊ KARÊ DBP'Ê YE, ERKA HER KESÎ YE'
Pencewînî got, "Kurd bi mezinkirina berxwedanê li her cihî dikare êrîşên faşîst ên dewleta Tirk pûç bikin. Ji bo vê jî têkoşîna bi biryar û bi yekdengî divê." Pencewînî da xuyakirin, ku êrîşa hatiye kirin ne tenê li dijî DBP an jî HDP'e ye, li hemberî temamiya Kurdan e û got, "Bi taybetî partiyên din ên Kurd ên Bakurê Kurdistanê divê li dijî tayînkirina qeyûman derkevin û li cem DBP'ê cih bigirin. Ev yek berpirsyarî û wezîfeyeke neteweyî ye."
'HEVDÎTINA BI OCALAN RE, ENCAMA TÊKOŞÎNÊ YE'
Pencewînî da zanîn, pêkhatina hevdîtinê di heman rojê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji bo pêşîgirtina li nerazîbûna Kurdan e û destnîşan kir, pêkhatina vê hevdîtinê ne xêra dewleta Erdogan e, ev yek encama têkoşîna gelê Kurd e.
Pencewînî got, "Gelê Kurd îro li çar aliyan ji bo Rêberê xwe rabûne ser piyan, greva birçîbûnê jî di nav de her şêwe çalakiyan lidar dixin. Li Bakurê Kuridstanê têkoşîna gerîla derketiye asta herî bilind. Ev yek zorê dide dewleta Erdogan. Rûyê rast ê dewleta Erdogan nîşanî tevahiya cîhanê dide. Wekî din, dewleta Tirk ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve di nava kaosekê de ye. Lewma hewl dide eniya li hemberî xwe qels bike. Ji bo nerazîbûna Kurdan a li hemberî vê yekê kêm bike, destûra hevdîtina bi Birêz Ocalan re dide. Lê belê divê ev yek were zanîn, ku ev encama têkoşîan gelê Kurd e. Eger ev têkoşîn nebûya wê ev hevdîtin jî nehatibûya kirin."