Gelo PDK bi gelê Kurd re ye, yan jî alîgirê dewleta Tirk e?
Hevserokên Şaredarî û Meclîsa Gel a Mexmûrê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan, ku çalakiya li Hewlêrê ya li dijî tecrîdê asteng kir û pirsa "Tu bi gelê Kurd re ye, yan jî alîgirê dewleta Tirk e?" li PDK'ê kirin.
DELÎL ZÎLAN
MEXMÛR
yekşem, 11 rezberê 2016, 07:10
Hevserokan dan xuyakirin, ku ew ê nêzîkatiya heyî ya PDK'ê qebûl nekin û çalakiyên xwe ji niha û pê ve jî bidomînin.
Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Bermal Heqarî bibîr xist, ku PDK'ê heta niha timî polîtîkayeke bi vî rengî meşandiye û got, "PDK her carê pêşî li çalakiyên me yên demokratîk digire. Bi taybetî, dema mijar dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan be PDK gelekî hesas tevdigere. Lewma nepêkan e ku em vê polîtîkaya şaş a PDK'ê ya li hemberî xwe qebûl bikin."
'TU BI DEWLETA TIRK RE YE, YAN JÎ BI GELÊ KURD RE YE?
Heqarî pirsa "Tu bi dewleta Tirk re ye yan jî bi gelê Kurd re ye?" li PDK'ê kir û got, "Ocalan ji aliyê bi mîlyonan kesî ve weke rêberê gel hatiye ragihandin. Tu çima çalakiyeke demokratîk a ji bo şermezarkirina tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Ocalan, asteng dike?"
Hevşaredara Heqarî anî ziman, ku ew ê bi ti awayî vê polîtîkaya şaş a PDK'ê qebûl nekin û wiha dewam kir: "Heta ku ev polîtîkaya qirêj û tecrîda li ser Rêberê me biqedin, em ê bi her awayî çalakiyên xwe yên demokratîk dewam bikin. Ji ber ku ew dixwazin me ji Rêberê me qut bikin. Weke gelê Mexmûrê, em ê li pêşberî vê polîtîkaya qirêj bêdeng nemînin. Heta ev polîtîkaya tecrîdê ya qirêj a li ser Rêberê me ji holê bê rakirin, em ê çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin."
'EM Ê HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI REBERÊ XWE DERKEVIN'
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan jî da zanîn, ku weke gelê Mexmûrê ew Ocalan weke Rêberê xwe dibînin, lewma nabe ew li pêşberî polîtîkayên zextê yên li ser Ocalan bêdeng bimînin.
Kaçan got, "Eger zêdeyî 20 sal in em weke penaber li vir dimînin, ev yek ji ber vê dozê ye. Lewma rewşa Rêberê me herî zêde gelê Mexmûrê eleqedar dike. Em ewlekarî û tenduristiya Rêberê xwe weke ewlekarî û tenduristiya xwe dibînin. Lewma weke gelê Mexmûrê em ê heta dawiyê xwedî lê derkevin." Kaçan da xuyakirin, ku wan duh dixwestin mîtîngekê lidar bixin, ber bi konsolosxaneya Tirk ve bimeşin û piştre bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûnê nîşanî tecrîdê bidin. Kaçan destnîşan kir, meş û mîtîng mafê wan ên herî demokratîk e.
Kaçan diyar kir, ew dixwazin di çarçoveyeke demokratîk de nerazîbûna xwe nîşan bidin û got, "Em dixwazin bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser rewşa Rêberê xwe. Ji ber ku pêkanînên antî demokratîk ên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê me, ne yên qebûlkirinê ne."
'ÇALAKIYÊN JI BO RÊBERÊ ME MAFÊ YÊ HERÎ REWA YE'
Kaçan da xuyakirin, ku her şêwe çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewa ne û got, "Tecrîd li gelek cihên Kurdistan û cîhanê bi çalakiyan tê şermezarkirin. Kî pêşî li van çalakiyên protestoyî bigirin, ew li cem polîtîkayên dewleta Tirk ên dijminatiya li Kurdan cih digire. Ev ji bo PDK'ê jî derbas dibe."
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Kaçan bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir, ku careke din li pêşiya çalakiyên bi vî rengî yên demokratîk nebe asteng û got, "Ji ber ku ev ne cara yekê ye. Heta niha hemû çalakiyên me yên demokratîk asteng kirin. Eger tecrîd dewam bike, weke gelê Mexmûrê em ê çalakiyên xwe dijwartir bikin. Ev pêkanînên li dijî Rêberê me, pêkanînên li hemberî gelê Kurd in. Lewma e bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin, ku pêşî li çalakiyên me negire. Li şûna astengkirinê, destekê bide me."