Hunermendên MKM’ê berxwederên girêva birçîbûnê ziyaret kirin
Hunermendên MKM’ê gotin huner tenê di nav şertên azadî û aştiyê de dikare were pêkanîn û ji bo vê jî xwestin ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were û wiha gotin, ‘’Em bang li hunermendên Kurd, demokrat, welatperwer dikin ku têkoşînê bikin.’’
ANF
AMED
şemî, 10 rezberê 2016, 17:09
Hunermendên Kurd ên MKM’ê û xebatkarên çandê ji bo piştevaniya xwe li berxwederên girêva birçîbûnê nîşan bidin daxuyaniyek dan. Lîstikvanê şanoyê Kemal Ûlusoy di daxuyaniyê de got, ew li pişt hevalên xwe Zeynel Dogan, Îbrahîm Halîl Yilirim, Îsla Dagdevîren, Berfîn Emektar û Nazim Hîkmet Çalişkan û her 50 berxwederên dildar in.
Ûlusoy got, hunera herî baş di nav şertên azadî û aştiyê de dikare were pêkanîn û got: ‘’Em ji zeryaya dîrokî ya hunerê dizanin ku ‘’civakeke ku nikaribe Rêbertiya xwe biparêze, nikare azadî û rûmeta xwe jî biparêze.’’
Ûlusoy got, heta ku tecrîd bi dawî bibe ew ê têbikoşin û wiha pê de çû: ‘’Ji bo vê jî em weke hunermendên Kurd û xebatkarên çandê, heta ku tecrîda li Imraliyê were şikandin, heta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were axaftin û agahiyên objektîf bi raya giştî re werin parvekirin, em ê di nav her cure berxwedanê de bin, di serî hunermên Kurd ên li her qadê û xebatkarên çandê, em bang li hunermendên demokrat, welatparêz dikin ku di nav têkoşînê de cihê xwe bigirin. Em weke hevrêyên Halîl Dad, Hêvî Şanoger, Mizgîn, Delîl, Ferîda û Îslaman em dixwazin bi raya giştî re par ve bikin ku şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku têmînata azadiya me ye, pêkanîna şertên tendiristî û ewlekariyê, tê wateya parastina rûmet û azadiya me’’