Qeymeqam Şahîn weke qeyûm li şaredariya Kopê hat tayînkirin

Hikûmeta AKP'ê qeymeqamê Tirk Omer Şahîn bi rengekî fermî weke qeyûm tayînî Şaredariya Kopê ya DBP'yî kir.

Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Mûş Kopê Omer Şahîn weke qeyûm li Şaredariya Kopê hat tayînkirin. Piştî ku danê êvarê bendên ji beton li pêşiya avahiya şaredariyê hatin bicihkirin û wesayîtên hevşaredaran ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin, Cîgirê Hevşaredaran Arafat Kardag bi rêya telefonê li qeymeqamê dewleta Tirk geriya û xwest rewşê hîn bibe. Qeymeqam jî jê re got, ku ew weke qeyûm hatiye tayînkirin û belgeya fermî îro gihîştiye wan.

Kardagi diyar kir, qeymeqam Şahîn jê re gotiye bicihkirina blokên beton li pêşiya avahiya şaredariyê û desteserkirina wesayîtên meqamê yên hevşaredaran jî, bi tayînkirina wî re eleqedar e.