Greva birçîbûnê di roja 7. de ye
Ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, 50 dildar ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ziyaretên ji bo destekkirina berxwedêran, dewam dikin.
Ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, 50 dildar ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ziyaretên ji bo destekkirina berxwedêran, dewam dikin.
Ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, 50 dildar ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya DBP'ê ya bajarê Amedê dewam dike. Li salona konferansê pankarta bi nivîsa "Hûn nikarin roja me tarî bikin" ku dirûşma li dijî komploya navneteweyî bû, hat daliqandin.
Rêveberên DBP'ê yên bajar û navçeyan û endamên Bloka Aştiyê duh hatin serdana çalakgeran. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên navçeyan û Cîgira Serokê Meclîsê parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûltan, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas ûca û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî hatin serdana çalakgeran.
Duh êvarê, hunermend Xêro Ebbas û lîstikvanên Şano ya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berxwedêr ziyaret kirin. Xêro Ebbas bi stranên xwe, çalakger silav kir.
Lîstikvanên Şano jî li vir hunera xwe pêşkêş kirin.
Saet di navbera 19:00-21:00 de çalakgeran tevî mêvanan stran gotin. Di dema serdanê de mêvanan her wiha li defteya 'Notên ji Giravê re' mesaj û nêrînên xwe nivîsandin.