Ji gelê Çiyayê Kizwanan li dijî dagikeriyê meş
Bertekên gelên Sûriyeyê yên li dijî dagirkirina hêzên Tirkiyeyê û êrîşên wan her ku diçe mezin dibe. Gelê Çiyayê Kizwanê, bi meşa li gundê Garra êrîşên dagirkerinê yên dewletaTirk protestokirin.
Bertekên gelên Sûriyeyê yên li dijî dagirkirina hêzên Tirkiyeyê û êrîşên wan her ku diçe mezin dibe. Gelê Çiyayê Kizwanê, bi meşa li gundê Garra êrîşên dagirkerinê yên dewletaTirk protestokirin.
&
Welatiyên gundên Garra û Kizwan ên di nava gund de meşiyan dirûşma “Xaka Sûriyeyê yek e, Erdogan ji welatê me bi cehenime” qîr kirin. Ji rûspiyê eşîreta Garrayê Ebdulazî El Elwqî,bang li hêzên navneteweyî kir, daxwaza kir ku li dijî dagirkirina dewleta Tirk rawestin.
Di meşa ku pankarata “Ji dagirkirina dewleta Tirk a Sûriyeyê re na, Em dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûsê şermezar dikin” vekirin û dirûşma “Erdogan ji welatê me bicehenime”, “Xaka Sûriyeyê yek e,” û “Em rê nadin dagirkeriya Tirkiyeyê” berz kirin. Di meşê de ji rûspiyê eşîreta Garrayê Ebdulezîz El Elevî wiha got: “Em dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê şermezar dikin. Ji derveyî QSD’ê em rê nadin ku ti kes bê me birêve bibe. El Elew di dewam axaftina xwe de wiha anî ziman: “Dewleta Tirk bi desteka xwe ya dide çeteyan bi salan e li welatê me Sûriyeê xwîn diherike. Erdogan û hêzên li ber destê wî hî hemû terorîst in. Me bi felsefeya Rêber Apo rêxistinkirina xwe pêk anî. Niha jî QSD welatê me ji çeteyên DAIŞ’ê paqij dike, dewleta Tirk xaka me dagir dike, di be sedemê dewam şer û herikîn xwînê. Em bang li hemû welatên navneteweyî dikin ku ji bo destê dagirker ê dewleta Tirk a qirêj ji xaka me bikişîne bikevin nava hewldanan. Em weke Gelên Sûriyeyê di bin ala QSD’ê de yekîtî û hevgirtina xwe pêk aniye. Em rê nadin ji derveyî wan ti hêz yan kes me birêve bibe.”
Welatiyên gundê Garê û Çiyayê Kizwanan cara yekeme ku li dijî dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk dimeşe, di 21’ê Gulana 2015’an de ji aliyê şervanê YPG’ê ku bi hemleya Fermandar Rûbar Qamişo ve ji destê çeteyan hatibû rizgarkirin.