Polîsên Tirk êrîşî çalakiya protestoyî ya li Êlihê kirin
Bi sedan kes, ji bo tayînkirina qeyûm şermezar bikin li ber avahiya Şaredariya Êlihê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Gel li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dide.
Bi sedan kes, ji bo tayînkirina qeyûm şermezar bikin li ber avahiya Şaredariya Êlihê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Gel li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dide.
Bi sedan kes li ber avahiya Şaredariya Êlihê ya DBP'yî, ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm li hev civiyan. Welatiyan nerazîbûn nîşanî lêgerîna li nava avahiya şaredariyê dan û ber bi kolana Diyarbekirê ve meşiyan. Di heman demê de polîsên dewleta Tirk bi ava şid û guleyên plastîk êrîşî gel kirin. Di êrîşê de kesek bi guleya plastîk birîndar bû.
Girseya gel jî bi qîrîna dirûşma "Em ê li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin" li dijî êrîşa polîsan sekinî.
Dema ku girse dimeşiya wesayîtekê jî ji bo piştgiriyê bide gel li qorneyê lê da. Polîsên Tirk jî xwestin wesayîtê bidin rawestandin û desteser bikin. Lê girseya gel destûr neda. Girse ji peşiya şaredariyê naçe.
Li bajêr alozî mezin dibe.