Cenazeyê Şervanê YPG’ê Bahoz Til Temir hat veşartin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Telal Iniz (Bahoz Til Temir), ji aliyê bi hezaran kesî ve li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hat veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Telal Iniz (Bahoz Til Temir), ji aliyê bi hezaran kesî ve li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hat veşartin.
Bi sedan ji şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê ji bo wergirtina cenazeyê Şervanê YPG’ê Telal Iniz (Bahoz Til Temir), yê ku di 6’ê Îlonê de li gundê Endîwar ê Dêrikê di encama êrîşa arêtşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn.
Piştî ku cenaze hat wergirtin, girseya gel bi karwanekî ji wesayitan berê xwe da goristana Şehîd Rustem Cûdî.
Li goristanê şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî lidarxistin. Paşê li ser navê YPG’ê Agirî Dirbêsiyê, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Endamê Rêveberiyê Xalid Xelef, li ser navê malbata têkoşer Apê wî, Berxwedan Iniz û Bavê wî Ehmed Iniz axivîn.
Qisekeran bal kişandin ser êrîşên Tirkiyê yên li ser axa Rojava û Bakurê Sûriyê û ev tişt gotin: "Ev êrîşên Tirkiyê yên li ser gelê me û hêzên me yên leşkerî, nîşana têkçûn û tirsa wê ya li hemberî vîna gelê Rojava ye. Êrîşên wan ti carî wê nikaribin vîna me têk bibin. Em ji parastina axa xwe û gelê xwe ti carî gav paşve navêjin."
Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer Bahoz Til Temir bi tilîlî û dirûşmeyan ve spartin axê.