Li dijî dagirkeriyê bûn yek deng

Çalakiya li ser sînorê Efrîn û Bakûrê Kurdistanê di roja sêyemîn de dewam kir. Çalakvanan bi yek dengî got “Qatil Erdogan”.

Bi sedan welatiyên navçeya Bilbilê ya Efrînê îro berê xwe danê konê çalakiya protostoyî ya li ser sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê ku li gundê Sorka yê girêdayî navçeya Raco hatiye vegirtin û nobeda çalakiyên ji welatiyên navçeya Mabeta dewr girtin.

Konê çalakiya protostoyî li cem Kaniya Betman a li gundê Sorka ku di 7’ê Îlonê de ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê ve hate topbarankirin, hatiye vedan. Ji bilî welatiyên Bilbilê endamên Navenda Çand û Huner a Şehîd Rizgar jî tevlî çalakiyê bûn.

Welatiyên ku beşdar bûne al û sembolên şoreşa Rojava bilind hildan û durişmeyên silavkirina têkoşerên azadiyê û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên wekî “Faşîst Erdogan, qatil Erdogan” berz kirin.

Piştî ku ji bo giyanê şervanên ku jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin, Endama Kongreya Star a Navçeya Bilbilê Gulê Mihemed axaftinek kir. Gulê di axaftina xwe bi tundî rexne li Erdogan û got: “Tu nikare me tune bike. Em hertim çalakiyan bikin û derkevin kolanan. Em li hemberî hovîtiya te dest ji çalakiyên xwe yên aştiyane bernadin. Em ji mirinê natirsin û em ê hemû xewnên xwe bicih bînin.”